Li Qamişlo welatî li dijî êrîşên Tirkiyê daketine qadan

Ji bo şermezarkirina êrîşên Tirkiyê li Qamişlo û hinek bajarên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyê xwepêşandan hatin lidarxistin.
28.11.2022, Pts - 05:40
Li Qamişlo welatî li dijî êrîşên Tirkiyê daketine qadan
Nuçe Belav bike

Li Qamişlo xwepêşanderan wêneyên kesên ku di êrîşan de canê xwe ji dane bilind kirin û dirûşm li dijî Hikûmeta Tirkiyê gotin.

Xwepêşanderek dibêje, armanca êrîşan ew e ku ew dest ji malên xwe berdin û koçber bibin lê ew koçber nabin.

Jin û mêr daketine qadan û bi bilindkirina wêneyên wan kesên ku di encama bombebaran û topbaranên Tirkiyê de canê xwe ji dest dane xwepêşandanê dikin û dirûşman li dijî Tirkiyê dibêjin.

Ew dibêjin, ev êrîş bandorê li wan nake û ew warê xwe bi cî nahêlin û vala nakin.

Xwepêşander Sîham Suleyman got, “Pêwîstiya me bi kesekî nîne, ne Rûs û ne Amerîka û ne jî dewletên navneteweyî. Îradeya gelê Kurd heye û ti caran, têk naçe. Em li ser pêyan in û amade ne. Em cih û warê xwe bernadin.”

Welatî di derbarê helwesta Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serpereştiya Amerîka de dilgiran in û dibêjin, Washington dikare guvaşên mezin li ser Tirkiyê dane da ku van oparasyonên xwe yên serbazî rawestîne.

Xwepêşander Salih Hemo anî ziman, “Heta kengî em ê wilo bimirin, banga min ji herkesî re, hûn dibînin zarok, biçûk, ciwan hemû derketine û dibêjin; na ji dagirkeriyê re, bijî berxwedan. Em ê bi ser kevin, em xwediyê Kurdistanê ne, em Kurdistanê bernadin. Kesekî tenê jî bimîne em ê biparêzin.”

Oparasyona serbazî ya Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdsitanê roja 20ê vê mehê dest pê kir.

Rêveberiya xweser dibêje, di encama bombebaran û topbaranên artêşa Tirkiyê de 59 kesan canê xwe ji dest dane, ku 19 ji wan şervan in û 16 kes jî welatiyên sivîl bûne.

Rêveberiya Xweser her wiha balê dikişîne ser wê yekê ku di van operasyonên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên jêr desthilata HSDê de 73 kes jî birîndar bûne, 33 jê sivîl in, 13 jê şervan û endamên Hêzên Asayîşê ne û 25 kes jî lêşkerên artêşa Sûriyê ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 299 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:54:11