Li Qamişloyê şewateke mezin

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê agir bi depoyeke mezin a petrolê ket û heta niha nehatiye kontrolkirin.
18.01.2023, Çar - 10:39
Li Qamişloyê şewateke mezin
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyan, şewat li taxa pîşesazî ya kevn a li rojhilatê Qamişloyê çê bûye.

Medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser ragihandiye, agir li depoyeke petrolê ya li nêzîkî Çerxerêya Şehîd Aras Xanîka ya taxa pîşeyî ya kevn a li rojhilatê Qamişloyê çê bûye.

Lê li gor hin zanyariyan, şewat li kargeheke berhemanîna tînerê de çê bûye.

Li gorî zanyariyên destpêkê, tîmên agirvemirandinê gihîştine cihê bûyerê lê belê heta niha agir gurr e û nehatiye kontrolkirin.

Di encama agirpêketinê de, gelek zirarên maddî hene.

Hatiye ragihandin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayişa Rojava) jî tedbîrên pêwîst wergirtine û tevgera çûn û hatinê li wê kolanê hatiye qedexekirin.

Sedema şewatê hêj nayê zanîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 269 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:02:49