Li Reqqayê asayîşê qedexeya giştî ragihand

Li bajarê Reqayê Asayîşa Navxwe ya Rêveberiya Xwewser qedexeya giştî ji demjimêr 6ê sibehê heta 8ê êvarê ragihand.
31.01.2023, Sal - 14:53
Li Reqqayê asayîşê qedexeya giştî ragihand
Nuçe Belav bike

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, roja 31ê vê mehê li bajarê Reqayê Asayîşa Navxwe ya Rêveberiya Xweser qedexeya giştî ji demjimêr 6ê sibehê heta 8ê êvarê ragihand û hemû rêyên çûn û hatinê bo nav û derveyî Reqayê girtin daku bikaribin li nav bajêr pey şaneyên DAIŞê de bigerin.

Li gor heman çavkaniyan, Asayîşa Navxwe herdû taxên el-Dirîye li rojavayê bajar û el-Mişleb li rojhilatê bajar dorpêç kirine û li şaneyên DAIŞê digerin.

25ê Çileya 2023an, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Asayîşa Navxwe ya Rêveberiya Xweser bi piştîvaniya Hevpeymaniya Navdewletî dest bi "Operasyona Tolhildanê bo Şehîdên Reqayê" dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê li parêzgeha Reqayê kiribûn. Li gor Odeya Hêzên Hevbeş heta niha 116 endam û çekdarên DAIŞê hatine girtin ku di nav wan de waliyê Reqayê yê DAIŞê jî heye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 320 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:48:52