Lİ Rojava Kantonek nû

Hat ragihandin ku PYD li Rojava Kantonek nû avadike.
25.07.2017, Sal - 08:42
Lİ Rojava Kantonek nû
Nuçe Belav bike

Ligorî çavkaniyên herêmî wek pêvekê Kantonên Kobanî, Efrîn û Cizîr li Bakûrê Helep'ê Hêzên Suriya Demokratîk amadekariyên Kantonek nû dikin.

Rojnamevanê Basnewsê Mohammet Bîlo ragihand ku, Şehba tê wek kantonek nû bê avakirin û îlankirin. Agahiyên berfireh hêj nehatine destê me.Ew herêma ku Şehba tê binavkirin; 70'yan jor gund û qesebe dibin kontrola QSD'ê de ne.Ev herêm dibin îdareya Kantona Efrînê daye.

Bîlo devama gotina xwe de dibêje ku; Federasyona Suriya Bakûr biryar giriye ku vî herêmê wek Kantona çaremîn îlan bike, lê navenda kantonê li ku be nayê zanîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1789 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:05:04