Li Rojavayê Kurdistan amadekariyên xwendina salane

Bo amadekariya sala xwendinê li herêmên Rojavayê Kurdistanê, Rêveberiya Xweser û hin dezgehên din pilan û tedbîrên xwe distînin û li gor sîstema Rêveberiya Xweser dê xwendinji pola yekem heta pola 9an bêhtir bi zimanê kurdî be ligel hebûna kursên zimanê erebî û siryanî.
07.09.2017, Per - 12:23
Li Rojavayê Kurdistan amadekariyên xwendina salane
Nuçe Belav bike

Desteyên Perwerde û Xwendinê yên ser bi Rêveberiya Xweser, ragihandine ku ew ligel saziyên din kar dikin ji bo amadekirina dibistanan, li navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê.

Li gorî van desteyan, plana nû ya xwendinê li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê li ser çend qonaxan hatiye parevekirin.

Li Herêma Cizîrê, xwendin ji pola yekem heta pola nehem wê bi rêbaza kurdî be. Li Herêma Ferat û Efrînê, ji pola yekem heta pola nehem, dê rêbaza kurdî be, lê li kêlekê wê rêbazeke nû bi zimanê erebî hebe.

Ji bo pêkhateyên din ên Bakurê Sûriyê, wê rêbazeke din hebe, ku her pêkhateyek bi zimanê xwe bixwîne. Ji bo vê yekê jî, zimanên sereke jî Kurdî, Erebî û Siryanî hatine destnîşankirin.

Li Kobaniyê; 2 hezar û 60 mamoste hatine amadekirin, ji bo 422 dibistanan. û wê nêzîkî 35 hezar xwendekarî li xwe bigirin.

Li Minbic;109 mamosteyên Zimanê Kurdî li ser 340 dibistanên Minbic û gundewarên wê, hatine destnîşankirin.

Tevaya kadroyên fêrkirinê jî gihiştiye 3 hezar û 600 mamosteyan.

Li Herêma Efrîn û Şehbayê; 300 dibistan hatine amadekirin û tê pêşîbînîkirin ku ew 50 hezar xwendekarî li xwe bigirin.

Kadroyên wanedanê jî bêhtir ji 2 hezar û 200 mamosteyan heye.

Li Tebqayê; 73 dibistan amade bûne. Wê 4 hezar xwendekaran li xwe bigirin.

Li Cizîrê; Hezar dibistan hatine amadekirin ji bo pêşwaziya 500 hezar xwendekarî. Herwiha 13 hezar mamoste hatine amadekirin.

Li Girê Sipî; 200 dibistan ji tevaya 480 dibistanê hatine amadekirin, ji bo pêşwaziya 12 hezar xwendekarî bikin.

Hejmara mamosteyan jî nêzîkî 700 mamosteyî heye.Bi serperiştiya desteyên xwendinê yên ser bi Rêveberiya Xweser du zanîngeh hatine vekirin, ew jî: Zanîngeha Efrîn û Zanîngeha Rojava ne. Kar ji bo damezrandina Zanîngeha Kobaniyê jî tê kirin.

Tê pêşbînîkirin ku hejmara xwendekaran bigihêje milyon xwendekarî.

rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1367 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:50:30