Li Serê Kaniyê û Efrînê şer di navbera grûpên çekdar de derket

Li bajarê Efrîn a Rojavayê Kurdistanê, şer di navbera çekdarên grûpên Siltan Murad û Lîwaa el-Şemal de derket
08.07.2022, Cum - 14:05
Li Serê Kaniyê û Efrînê şer di navbera grûpên çekdar de derket
Nuçe Belav bike

Li bajarê Efrîn a Rojavayê Kurdistanê, şer di navbera çekdarên grûpên Siltan Murad û Lîwaa el-Şemal de derket, her wiha li Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê ku ew bajar jî wek Efrînê di bin dagirkeriya Tirkiyê û grûpên ser wê de ye çekdarên grûpa el-Hemze di nav xwe de şer kirin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, şeva 7ê Tîrmehê di nav bajarê Efrînê de şer di navbera çekdarên grûpên Siltan Murad û Lîwaa el-Şemal de derket, li gor heman çavkaniyan şer bi çekên giran zêdeyî yek demjimêrê berdewam kiriye ku di encamê de welatiyek û hejmarek çekdar birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 518 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:50:19