Li Serê Kaniyê zirxpoşeke Tirkiyê zarokek kuşt

Li gundê Til Helef li rojavayê bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, zirxpoşeke Tirkiye zarokek kuşt.
05.11.2022, Cts - 07:03
Li Serê Kaniyê zirxpoşeke Tirkiyê zarokek kuşt
Nuçe Belav bike

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, roja 3ê Mijdarê li gundê Til Helef li rojavayê bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, zirxpoşeke Tirkiye li zarokekê da di encam de wê zarokê cane xwe ji dest da, ev jî bêyî ku serbazên Tirk bi hawara wê zarokê ve biçin an wê veguhêzin nexweşxaneyê.

13ê Cotmehê jî, cendirmeyên Tirkiye li ser sînorê hevbeş Sûriye-Tirkiye jinek û 5 zarokên wê girtin, di encam de destdirêjiya sêksî lê kirin û piştre ew avêtin aliyê Sûriyê.

Dagirkirina Serê Kaniyê û binpêkirinên li dijî Kurdan

Bajarê Serê Kaniyê sala 2019an di encama operasyoneke artêşa Tirkiyê de ku navê Operasyona Kaniya Aştiyê lê hatibû kirin, ji kontrola hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê derketiye. Her di çarçoveya heman operasyonê de bajarê Girê Spî jî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye dagirkirin.

Ji wê roja ku Serê Kaniyê ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê û heta niha, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 363 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:19:00