Li Til Temirê hêzên Rûsî rê li ber hêzên Amerîkî girtin

Li devera gundê Qibûr el-Xeracîne li navçeya Til Temirê li bakurê rojavayê Hesekeya Rojavayê Kurdistanê, gereke serbazî Rûsî rê li ber gereke serbazî Amerîkî girt.
28.09.2022, Çar - 06:13
Li Til Temirê hêzên Rûsî rê li ber hêzên Amerîkî girtin
Nuçe Belav bike

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, duh 27ê Îlona li devera gundê Qibûr el Xeracîne li navçeya Til Temirê li bakurê rojavayê Hesekê, gereke serbazî Rûsî rê li ber gereke serbazî Amerîkî girt, di encam de gera Amerîkî rê ya xwe guhert.

Li gor heman çavkaniyê dewriya Amerîkî berê xwe da gundê Derdare, lê dewriya Rûsî li pey gera Amerîkî çûn nav gund, û serbazên herdû aliyan peya bûn û li gel hev axivîn, piştre dewriya Amerîkî vegeriya.

22ê Tebaxê jî, li ba gundên Demxiye û Til Deheb li başûrê Qamişlo, hêzên hikûmetê rê li ber gereke serbazî Amerîkî girtin, piştre gera Amerîkî di rêya xwe de vegeriya.

Li Rojavayê Kurdistanê, hêzên Amerîkî û Rûsî gerên serbazî encam didin. Hêzên Amerîkî zêdetir li wan navçeya ne ku petrol lê heye, ev jî li nêzîk sînorê Başurê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê ne ku dikeve navçeya Rimêlan, Qamişlo û bajarên din ên Kurdî.

Piştî êrişa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) rêkevtinek li gel Moskow û Şamê encam da bo hêzên xwe li çend navçeyan di bin kontrola şervanên HSDê de belav bikin taybetî jî li wan navçeyên Amerîkayê hêzên xwe jê vekişandibûn.

Herwiha jibilî hêzên Amerîkî, hêzên Rûsî jî li deverên di bin kontrola şervanên HSDê de gerên serbazî encam didin, lewma di heyamên derbasbûyî de ev çendîn car e hêzên herdu welatan tên hemberî hev û alozî rû didin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 443 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:25:22