Mamosteyê li ODTUyê: YPGê soz daye dest ji avakirina dewleta Kurdî berde

Mamosteyê Beşa Peywendiyên Navneteweyî li Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn a Tirkiyê (ODTU) Prof. Dr. Huseyin Bagcî ragihand ku armanca sereke ya Tirkiyê ew e ku li Rojavayê Kurdistanê dewleteke Kurdî neyê avakirin û got: “Ev merca bingehîn a Tirkiyê ye. Eger Beşar Esed bi YPGê re biaxive û garantiyên pêwîst bide Tirkiyê, wê demê dê pêvajoya nû ya danûstandinan were destpêkirin.”
16.01.2023, Pts - 14:27
Mamosteyê li ODTUyê: YPGê soz daye dest ji avakirina dewleta Kurdî berde
Nuçe Belav bike

Piştî 11 salan xebatên ji bo asayîkirina peywendiyên Tirkiye û Sûriyê di bin serokatiya Rûsyayê de berdewam dikin. Piştî civîna wezîrên berevaniyê yên her du welatan, tê çaverêkirin ku di meha sibatê de jî di navbera wezîrên derve de civînek were lidarxistin.

Lê heta niha ne diyar e ku dê di navbera Serokê Sûriyê Beşar Esed û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de hevdîtin pêk were yan na.

Rêveberiya Şamê ji bo bi temamî asayîkirina têkiliyan du şertên bingehîn li ser Tirkiyê ferz dike. Ji van a yekem derketina Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ji axa Sûriyê ye û ya duyem jî vekişandina piştgiriya Tirkiyê ji komên çekdar ên opozîsyonê re ye.

Mamosteyê Beşa Peywendiyên Navneteweyî li Zanîngeha ODTUyê Prof. Dr. Huseyin Bagcî bû mêvana bultena Rûdawê ya bi pêşkeşkariya Dilbixwîn Dara û rewşa di navbera her du aliyan de nirxand.

“Tirkiye naxwaze demildest vekişe”

Li ser mijara Tirkiye çawa dikare bersivê bide daxwazên Serokê Sûriyê Beşar Esed, Bagci wiha got: “Pirsa Tirkiye dê çi bike rasterast bi hêviyên rejîma Sûriyê re têkildar e. Beriya her tiştî girîng e wezîrên derve bên cem hev. Wezîrên berevaniyê jî pêştir hevdîtin kiribûn. Em nizanin dê îsal hevdîtinek di navbera her du serokan de çêbibe yan na. Lê bi qasî ku heta niha hatiye dîtin, Sûriye bi awayekî xwezayî dê daxwaza vekişandina hêzên Tirkiyê ji nav sînorên xwe bike. Ev ji bo wî pir xwezayî ye. Li gor perspektîfa Tirkiyê jî, eger hikûmeta navendî garantiya pêwîst bide Tirkiyê ku dê di dema danûstandinan de derkeve holê, pirsgirêkên teknîkî yên wek vegerandina 4 milyon Sûriyên li Tirkiyê û ewlekariya wan hene. Divê em li ser wan biaxivin. Lê bi qasî ku ez dibînim, Tirkiye bi tenê ji ber ku Sûriyê daxwazek wiha kiriye, niyeta wê nîne ku demildest vekişe. Mijara vekişînê bi serê xwe dê weke pêvajoyek dirêj be.”

“Dijayetiya Tirkiyê ya li dijî avakirina dewleta Kurdî dê bidome”

Bagcî bal kişand ser wê yekê ku gotinên Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin helwesta Tirkiyê bi awayekî eşkere nîşan dide û wiha pê de çû: “Wisa xuya dike ku di vê çarçoveyê de Rûsya û Amerîka dê bi Tirkiyê re hevkariyê bikin. Ji kîjan alî ve? Dijayetiya Tirkiyeyê ya li dijî avakirina dewleteke Kurdî bi taybetî li Bakurê Sûriyê dê bidome. Dema em li daxuyaniyên dawî dinêrin, tê dîtin ku YPGê soz daye dewletên rojavayî ku dev ji avakirina dewleta Kurdî berdaye. Eger wiha be, dê kar dê hêsantir bibin. Bi gotineke din, eger ji encama danûstandinên di navbera hikûmeta navendî û YPGê de dewleteke Kurdî dernekeve û garantiyê bidin Tirkiye, wê demê bi qasî ku xuya dike pêşniyarên Beşar Esed ji aliyê hikûmetê dikarin bên rojevê û were gotûbêjkirin.”

“Îran li derve ma”

Li ser pira “YPG û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê her tim diyar dikin ku niyeta wan a cudabûna ji Sûriyê nîne û ew li ser ewlehiya Tirkiyê nabin gef. Heta di daxuyaniyên xwe de diyar dikin ku dixwazin bi Tirkiyeyê re rêya diyalogê ava bikin. Gelo Tirkiye amade ye ku gaveke wiha li hember Kurdên Sûriyê bavêje?” Bagcî wihya got: “Ez texmîn dikim erê. Ji ber ku niha divê em behsa senaryoyên paşerojê bikin, ne yên berê. Di nava van senaryoyan de ez wisa difikirim ku eger di navbera rêveberiya Sûriyê, Rêveberiya Kurdî ya li Bakurê Sûriyê û YPGê de lihevkirinek çêbibe û her du jî bi hev re tevbigerin û garantiya pêwîst bidin Tirkiyê, çima na. Polîtîkaya Tirkiyê heye ku careke din Sûriyan vegerîne. Herwiha ligel vê yekê divê li erdnîgariyên xwe ewlehiya xwe biparêze. Li gorî çi? Li gor peymana Astanayê. Bi min a ku li vir winda bike Îran e. Xuya ye ku Rûsya û Amerîka dê hem bi rêveberiya Beşar Esed û hem jî bi Tirkiyê re zêdetir danûstandinan bikin. Bi baweriya min Îran li vir li derve ma. Ev kar dê bi ser Tirkiye û Rûsyayê re derbas dibe. Ji ber ku Rûsya piştgiriya rêveberiya Beşar Esad dike, YPGê jî nas dike, li Moskow jî piştgiriya pêwîst dide Esed. Ev yek dikare pêk were û dikarin li ser vê senaryoyê bimeşin.

Nabe ku Tirkiye li Sûriyê mayînde be. Nikare demeke dirêj li ser axa endamekî daîmî yê Neteweyên Yekbûyî bimîne. Ev mijareke hiqûqa navneteweyî ye, lê ji bo ku ev yek were çareserkirin, pêwîste her du alî, hem Serokê Sûriyê û hem jî Serokomarê Tirkiyê, li hev bicivin û hûrgiliyan gotûbêj bikin. Dibe ku di hevdîtinên berê de binesaziyek were avakirin. Lê eger garantî bê dayîn ku YPG nabe gefeke ewlehiyê li ser Tirkiye, dibe ku Tirkiye erênîtir nêzîkê vê yekê bibe.”

“Eger Esed bi YPGê re biaxive û garantî bide dê pêvajoyeke nû destpê bike”

Prof. Dr. Huseyîn Bagcî dubare kir ku armanca sereke ya Enqrê "ne avakirina dewleteke Kurdî li bakurê Sûriyê ye" û got: “Xuyay e ku mercê Tirkiyê yê nebe nabî ev e. Eger Beşar Esed bi YPGê re biaxive û garantiyên pêwîst bide Tirkiyê, wê demê dê pêvajoyeke nû ya danûstandinan dest pê bike û belkî Tirkiye bikaribe di nûkirina jêrxaneya Sûriyê de alîkariyeke girîng bike. Her çi dibe bila bibe Tirkiye hem ji bo Kurdên Sûriyê û hem jî ji bo Kurdên Iraqê welatekî balkêş e. Bi taybetî li Sûriyê îstîqrar û ewlehiya siyasî û aborî pêk were, dê rewşek li berjewendiya Tirkiyê çêbike. Vegerandina hejmareke mezin ji penaberên Sûriyê jî dê ji bo Tirkiyê rehetiyeke mezin peyda bike.”

Bagci diyar kir ku destpêkirina hevdîtinan bi erênî hatiye pêşwazîkiri û heta niha gelek enerjî û dem vala çûye û dibêje: “Lê piştî vê xalê ez dibînim ku divê rûnin û siyasetek ku hem ewlekariya aborî û siyasî ya Sûriyê û hem jî fikarên Tirkiyê ji holê rabike pêşkêş bikin.”

“Tirkiye neçar e di çarçoveya hiqûqa navnetewî de ji Sûriyê derkeve”

Bi gotina Bagcî ne mimkûn e ku Tirkiye li ser xaka Sûriyê mayînde be û derbarê vê mijarê de jî got: “Di hiqûqa navneteweyî de têgeheke nû heye. Têgeha dagirkeriya rastîn. Wate eger li welatekê hikûmeta navendî lawaz be û nekare hinek deverên xwe kontorl bike û ji wan deveran êrîşên terorîstî li hemberî welatê cîran ku ev Tirkiyê ye were kirin, ew welatê cîran dikare li gorî xala 51emîn a Neteweyên Yekbûyî ji bo ewlekariya xwe midaxale bike. Ne mimkûn e ku Tirkiye heta hetayê li Sûriyê bimîne. Ji ber ku Sûriye endamê Neteweyên Yekbûyî ye. Heya ku ew bi xwe sazbûna xwe bike û bi têra xwe garantiyê bide, vekişîna Tirkiyê jî dibe mecbûrî.”

Herî dawî Bagcî got: “Tirkiye yek ji wan welatane ku di çarçoveya Astanayê de yekîtiya axa Sûriyê garantî dike. Bi gotineke din, ger rejîma Sûriyê ewlehiyê dabîn bike û bêje ku min niha sîstem ava kiriye, min aramiya xwe misoger kiriye, divê hêzên derve ji niha û pê ve vekişin, bi min ev yek Tirkiyê neçar dike ku di çarçoveya hiqûqa navnetewî de ji Sûriyê derkeve.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 394 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:35:58