Mazlum Abdi: Operasyona Tirkîyê Wê Zararê Bide Îstiqrara Herêmê

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Abdî ser operasyona gumankirî ya Tirkîyê hişyarî da.
02.06.2022, Per - 11:41
Mazlum Abdi: Operasyona Tirkîyê Wê Zararê Bide Îstiqrara Herêmê
Nuçe Belav bike

Mazlum Abdî dîyar kir ku ger Tirkîye li bakurê Sûrîyê dest bi operasyonê bike ewê krîzeke mirovî çêbe û got ewê têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) zararê bibîne.

‘’Gefên Tirkan yên dijî bakurê Sûrîyê rîsk in û jiber wan bi me re fikar çêbûne. Eger êrîşek çêbe ewê Sûrî ji hev veqetin, ewê krîzeke nû ya mirovî çêbe û ewê xwecihên herêmî ji neçarî ji cîhên xwe bar bikin,’’ Abdî got.

Tirkîye dibêje ewê dijî Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku pêşengê HSD’ê ye, dest bi operasyoneke leşkerî bike.

Enqere bo hêzên Kurdan yên li bakurê Sûrîyê wek rêxistinên terorî dibîne, lê Washington dibêje ku HSD di têkbirina DAIŞ’ê de hêzêke girîng e.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan do Çarşemê got ku ewê di serî de li Minbic û Tilrifatê dest bi operasyonê bikin.

Washington ser operasyona gumankirî ya Tirkîyê fikarên xwe radigihîne û dibêje ger operasyon çêbe wê bo hêzên Amerîkî rîsk çêbin û ewê îstiqrara herêmî jî zararê bibîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 629 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:50:25