Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî bi fermandarên hêzên bi navê Ceyş El-Suwar û Hêzên Demokratîk ên Bakur re civiya.
Mazlûm Ebdî tekezî li ser wê yekê kir ku divê krîza Sûriyeyê bi lihevkirineke siyasî çareser bibe û hêzên niştimanî û demokrat bi diyalogê krîzê çareser bikin.
Di hevdîtinê de Mazlûm Ebdî bal kişand ser rewşa Idlibê ku gelek kes piştî êrişên Tirkiyeyê û çekdarên mixalefeta Sûriyeyê ji wir koçber bûne.
Mazlûm Ebdî amadebûna xwe ya diyaloga bi hemû aliyan re nîşan da.
Di dawiya civînê de fermandar û endamên Ceyş El-Suwar û Hêzên Demokratîk ên Bakur raporên xwe yên xebatê pêşkêşî Fermandariya Giştî ya HSDyê kirin.
Ceyş El-Suwar û Hêzên Demokratîk ên Bakur amadekariya xwe ya ji bo parastina herêmê ya li hemberî êrişan nîşan da.