Mazlûm Ebdî li ser êrîşa Parîsê daxuyanî da

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî li ser êrîşa Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê ku di encamê de 3 welatiyên Kurd hatin kuştin daxuyaniyek da û got, “Êrîşa li dijî komeleya Kurdî li Parîsê pirsgirêka Kurdî hedef dike û cihê şermezariyê ye.”
24.12.2022, Cts - 08:08
Mazlûm Ebdî li ser êrîşa Parîsê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Roja Înê li navenda Parîsê kesekî 69 salî bi çek êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û sertraşxaneyekê kir û di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 3 kes birîndar bûn. Şahidekî bûyerê diyar kir her sê kesên ku canê xwe ji dest dan Kurdên ji Bakurê Kurdistanê ne.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî di daxuyaniyekê de êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya şermezar kir û got, “Êrîşa li dijî komeleya Kurdî li Parîsê pirsgirêka Kurdî hedef dike û cihê şermezariyê ye. Em bawer in ku serokê Fransa Emmanuel Macron û saziyên dadmendî dê êrîşkeran eşkere bikin. Pêwîst e hevkariya me li dijî terorê bê firehkirin. Em ji malbatên qurbaniyan re sersaxiyê dixwazin.”

Hat ragihandin ku êrîş ji aliyê Fransîyekî 69 salî ve hatiye kirin û ew hatiye desteserkirin.

Li gorî zanyariyên polîsan, êrîşkar welatiyê Fransayê ye û di Kompanya Rêhesinê ya Neteweyî ya Fransayê de wek şofêrê trênê malnîşîn bûye û wiha berdewam kir, “Ew li cihê bûyerê hat girtin û bi rayedaran re hevkariyê dike. Ew niha ji ber kuştin û tundûtûjiyê di bin lêpirsînê de ye.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 435 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:52:49