Mazlûm Ebdî: Tirkiyê di êrîşê de ferq nekir navbera cihên leşkerî û sivîlan

Firokeyên şer F-16 ên artêşa Tirkiyê sibeha îro Yekşemê ji heştemîn binkeya asmanî ya Amed a Bakurê Kurdistanê bo bombebarankirina binkeyên HSDê li Rojavayê Kurdistanê û yên PKKê li Başûrê Kurdistanê difirin. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk got, “Di vê êrîşê de ferq nekir navbera cihên leşkerî û sivîlan.”
20.11.2022, Paz - 09:50
Mazlûm Ebdî: Tirkiyê di êrîşê de ferq nekir navbera cihên leşkerî û sivîlan
Nuçe Belav bike

Dronên şer jî ji binkeya asmanî ya Meletî dest bi tevgerê kirine û piştre çend cih û navçe bombebaran kirin.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusi Akar anî ziman, “Îşev nîvê şevê me li bakurê Iraqê û bakurê Sûriyê ev operasyon dijî terorîstan daye destpêkirin, me bi awayekî hestiyar ev plan kir û spas bo Xwedê ku serkeftî ye. Di vê operasyonê de jî me bo zerar negihe kesên bê tawan û jîngehê hemû tedbîr wergirtine.”

Ev operasyona esmanî ya Tirkiyê piştî derbasbûna 6 rojan di ser teqîna Cadeya Îstîklale re ye ku Tirkiye PKK û YPG tohmetbar dike ku qaşo rola wan tê de hebûye.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk tohmetên Tirkiyê red dike.

Fermandarê Giştî yê Heza Sûriyê ya Demokratîk (HSD) Mezlum Ebdî got, “Êrîşên balafirên dewleta Tirk, li ser herêmên dewam dikin. Di demjimêr 00:00an de dest pê kir, ji Şehbayê heta Dêrikê. Di vê êrîşê de ferq nekir navbera cihên leşkerî û sivîlan, her der hedef girtin. Heta ferq nekir navbera cihên hêzê me lê hene û yên dewleta Sûriyê lê hene. Hejmarek şehîd û birîndarên me hene. Xuya dike ev êrîş hîn demeke din dewam bike.”

Li Başûrê Kurdistanê jî firokeyên şer ên Tirkiyê sînorê Şingal, Rewandiz, Çiyayê Asos û Qendîl bombebaran kirin.

Tirkiye vê operasyona esmanî bi navê Pence-Şûr dike û dibêje benda 51ê ya Carnameya Neteweyên Yekbûyî ew maf daye wan ku ji bo parastina xwe operasyonê bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 272 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:49:52