Mazlûm Kobanî:: 3 hezar 286 kes ji Cizîrê, Kobanîyê û 'Efrînê hatîne revandin

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) ragehand, bêtir ji sê hezar 200 kes ji Cizîrê,Kobanîyê û 'Efrînê hatîne revandin.
10.01.2020, Cum - 09:10
Mazlûm Kobanî:: 3 hezar 286 kes ji Cizîrê, Kobanîyê û 'Efrînê hatîne revandin
Nuçe Belav bike

Mezlûm 'Ebdê fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat di tiwîytekê de ragehandîye, sê hezar û 286 kes ji navçeyên Kobanîyê, 'Efrîn û Cizîra Rojavayê Kurdistanê hatîne revandin. Bi gotina wî, 544 kes ji wan li ser destê Da'şê û 2368 kes jî, ji alîyê çekdarên dijberîya Sûriyê ve, herweha 374 ji wan ji alyê hikumeta Sûriyê ve hatîne revandin . Amaje bi wê yekê jî kirîye ku 8 ji wan kesan li navçeyên di destê HSDyê de hatîne revandin.

'Ebdê gotîye jî, komîteyeke lêkolînê hatîye pêkanînin derbarê wan kesên ku li navçeyên wan hatîne girtin û dê çarenvîsa wan kesên revandî û windabûyî eşkere bikin.

Herweha got: Kesên tawanbar dê bêne siza dan û encamên lêkolînan jî, bo raya giştî werin ragehandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 977 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:09:00