Mazlûm Kobanî li hemberî êrişên Tirkiyê daxwazek ji Sûriyê kir

Tirkiyê ji sala 2016an û vir ve 4 operasyon li dijî Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê pêk anîne.
06.06.2022, Pts - 06:19
Mazlûm Kobanî li hemberî êrişên Tirkiyê daxwazek ji Sûriyê kir
Nuçe Belav bike

- Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî ragihand ku eger Tirkiye operasyoneke leşkerî ya çavêrêkirî li dijî Rojavayê Kurdistan û bakurê Sûriyeyê pêk bîne, divê rêveberiya Şamê li dijî balafirên şer ên Tirkiyê pergala parastina asmanî bikar bîne.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî di hevpeyvîneke bi telefonê de ji Reutersê re ragihand, eger operasyoneke leşkerî ya Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistan û bakurê Sûriyê pêk were, ew dê bi hêzên hikûmeta Sûriyê re di nava hemahengiyê de bin û ew bi awayekî erênî li hemahengiya ligel hêzên hikûmeta Sûriyê dibînin.

Mazlûm Kobanî amaje bi wê yekê kir karê wan ê sereke parastina xaka Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ye û nabe ti kes li ser vê rewşê sûdê werbigire û hinek deskeftiyan bidestê xwe bixe û got: “Hevahengiya leşkerî ya zêdetir bi Şamê re dê "li ser Rêveberiya Xweser nebe gef.”

Kobanî diyar kir ku eger operasyoneke nû were kirin, dê nêzîkî milyonek mirov koçber bibin û destnîşan kir ku HSD dê neçar bibe ku li eniyên berfirehtir şer bike. Kobanî da zanîn ku ev rewş dikare valahiyên ewlehiyê li kamp û girtîgehên ku çekdarên DAIŞê lê ne çêbike ku di destê HSDê de ne.

Fermandeyê HSDê eşkere kir ku ew nikarin di du eniyan de şer bikin û got: “Em hêvî dikin ku di hevdîtina Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu de dalozî kêm bibe.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 566 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:42:35