Mazlûm Kobanî: Tirkiye îsal 59 caran navçeyên me kirine armanc

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand, Tirkiye îsal 59 caran navçeyên me kirine armanc.
29.09.2022, Per - 07:45
Mazlûm Kobanî: Tirkiye îsal 59 caran navçeyên me kirine armanc
Nuçe Belav bike

Roja 28ê Êlonê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî bi rêya tweetekê de ragihand, Tirkiye îsal 59 caran navçeyên me kirine armanc, di encam de baştirîn şervanên me bûne qurbanî, herwiha bi dehan zarok û jin jî cane xwe ji dest dane.

Mazlûm Kobanî herwiha da zanîn, ku divê welatên garantor ên navdewletî helwêsta xwe diyar bikin û sînorekî ji van êrîşan re deynin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk di tweeteke din de eşkere kir, di herdû rojên borî de dronên Tirkiye li herdû navçeyên Cezîrê û Kobanî saziyên Rêveberiya Xweser kirin armanc di encam de 2 karmendan canên xwe ji dest dan, herwiha diyar kir ku bordûmana Tirkiye gundên Zirganê kiribûn armanc, di encam de 2 zarok şehîd bibûn.

Roja 27ê Êlonê, di encama bordûmana bejayî û asmanî ya Tirkiye bo ser gundewarê bakur û rojhilatê Hesekeya Rojavayê Kurdistanê 4 kesan cane xwe ji dest dabûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 322 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:43:39