Mazlûm Kobanî û fermandarên HSDê mehek e ji navenda hevpeymanan dernakevin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ev mehek e neçûye baregeha xwe ya li Qamişloyê, lê li hundirê navenda hêzên hevpeymanê dimîne û bi şev li wir radizê da ku nekeve hedefa balafirên Tirkiyê. PKKê sîyaseta ku hemû fermandarên HSDê tehdîd dike meşandiye.
09.12.2022, Cum - 07:02
Mazlûm Kobanî û fermandarên  HSDê mehek e ji navenda hevpeymanan dernakevin
Nuçe Belav bike

Roja Yekşemê 24ê Tîrmeha 2022, Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanê di twîteke xwe de ragihand, cîgira wî bi navê Selwa Yûsif bi nasnav Jiyan Efrînî di encama bombebarana firokeyên bê firokevan de li nêzîkî bajarê Qamişlo hatiye kuştin. Piştî êrişa Tirkiyê, fermandeyên HSDê ji tirsa êrişa firokeyên bê firokevan ketin nav baregeha hêzên hevpeymanan û li gor zanyariyên BasNewsê, Mazlûm Ebdî mehekê ji baregeha hêzên hevpeyman derneket, ji ber ku ditirse bibe armanca firokeyên Tirkiyê.

Li gor heman çavkaniyê gotegotên vekişîna Amerîkayê ji rojava niha belav dibin û piraniya fermandarên HSDê daxwaz ji hikûmeta Sûriyê kirin ku navenda fermî ya artêşa Sûriyê li rojava veke, da ku fermandeyên HSDê di nav rejîmê de bimînin. Ji bo ku Tirkiye neke hedefa xwe.

Serokê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd ji BasNewsê re got, zanyariyên min hene ku PYDê bi fermî daxwaz ji rêjîma Sûriyê kiriye ku vegere navçeyên Kurdistanî û wan hemû daxwazên hikûmetê di vê derbarê de qebûl kirine.

Endamê Serkirdayetiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Dr.Kawa Ezîzî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Fermandarên HSDê î ji tirsa PKKê û Tirkiyê bi şev li baregeha Amerîkayê dimînin û Mazlûm Ebdî gotiye ji tirsa bombebarana Tirkiyê ez ê li baregeha Amerîkayê bimînim.’’

Herwiha Kawe Ezîzî dibêje: "Divê destê PKKê ji Rojava bê rakirin. Niha ji ber siyaseta PKKê hemû fermandar û leşkerên li Rojava di metirsiyê de ne û newêrin bi awayekî vekirî tevbigerin.Du rê li ber fermandarên HSDê bi taybetî Mazlûm Ebdî û grûpa wî hene: Ji tirsa firokeyên Tirkiyê her tim di nav baregehên hêzên hevpeyman de ne.’’

Herwiha Kawe Ezîzî dibêje:"Dibe ku Amerîka ji Rojava vekişe, ji ber ku niha eksena nû hatiye avakirin, Sûriye û gelek deverên din ketine bin kontrola Îranê, divê Rûsya, Çîn û Amerîka vekişin, lewma lihevkirin û îradeya herêmî heye nehêlin Amerîka li herêmê bimîne.Amerîka bigihê armanca xwe ya şerê li dijî terorê û ya ku kir jî pêk hat. Ya ku maye siyaseta xirab ya PKKê li ser Rojavayê Kurdistanê ye.Îran û Tirkiye dikarin pirsa Sûriyê bikin pirseke herêmî. Bi alîkariya rejîma Sûriyê ji Sûriyê vekişin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 378 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:56:14