Mesrûr Barzanî pêşwazî li Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 25ê Mijdara 2022an pêşwazî li Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Carl Harris kir.
25.10.2022, Sal - 12:02
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê kir
Nuçe Belav bike

Di hevdîtinê de, derbarê çaksaziyên Wezareta Pêşmerge, pêngavên yekxistina hêzên Pêşmerge, giringiya pêşxistina hevkarî û hevahengiya ewlehiyên yên di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de û hebûna hêzên hevbeş ji bo rûbirûbûna metirsiya terorîstên DAIŞê bi taybet li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê gotûbêj hatin kirin.

Di beşeke din a hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê û hewlên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê li ser bingeha rêzgirtina li prensîbên hevbeşiya rasteqîne, hevsengî û lihevkirinê hatin gotûbêjkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 382 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:09:56