Mezlûm Ebdî diyar kir ku biryarên PKKyê yên fesixkirina avahiya rêxistinî, bidawîkirina rêbaza têkoşîna çekdarî û destpêkirina pêvajoya siyaseta demokratîk, li ser banga Abdullah Ocalan cihê rêzdariyê ye.
Fermandarê Giştî yê HSDyê got, PKK di pêvajoya borî de, roleke dîrokî û sereke li Rojhilata Navîn lîst."
Mezlûm Ebdî tekez kir ku ew bawer dikin ku ev pêngava nû dê rê li ber pêvajoyeke siyasî û aştiyane ya nû li herêmê veke.
Ebdî di dawiya daxuyaniya xwe de hêvî kir ku hemû aliyên têkildar gavên pêwîst biavêjin û hemû dost desteka pêwîst bidin.
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 9ê Gulanê diyar kir ku li ser banga Abdullah Ocalan wan awayekî serkeftî 5-7ê Gulanê kongreya xwe pêk aniye.
Her wiha PKKyê doh piştî 41 salan ji xebata çekdarî biryar da ku xwe fesix bike û çekan deyne lê pêvajo hîn neketiye qonaxa pratîkî.
PKKyê biryarên kongreya 12an ku bi beşdariya 232 endaman pêkhatibû eşkere kirin.
Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”