Mezlûm Ebdî: Tirkiye û grûben bi ser, di binpêkirinên rawestandina şer de berdewam in

Fermandeyê Giştî yê HSDê radighîne, Tirkiyê û grûbên bi ser ve, di binpêkirina rêkeftina rawestandina şer de berdewam in. Ji dem a rêkeftina Amerîka ve, 182 şervanên wan canê xwe ji dest dan e.
10.11.2019, Paz - 07:56
Mezlûm Ebdî: Tirkiye û grûben bi ser, di binpêkirinên rawestandina şer de berdewam in
Nuçe Belav bike

Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat Mezlûm Ebdî di Twîttekê de nivîsandiye, Tirkiyê û grûbên çekdar ên bi ser ve, di êrîşên xwe yên ser bakurê rojhilatê Sûriyê berdewam in. Ji dem a ragehandina rawestandina şer ya digel berpirsên Amerîka ve, 182 şervanên wan û bi dehan welatiyên sivîl canê xwe jidest dan e, 30 hezar welatî koçber bûn e û Tirkiyê 1100 kêlometrên çargoşe dagîr kiriye.

Ebdî got jî, ji bo parastina sivîlan, ji kuştin û koçberiyê, ew pabendî rêkeftinên rawestandina şer in, û berdewamî dan e programa şerê terorê û operasyonên hevbeş yên dijî DAÎŞê. Herweha got, ew niha bi hêzên Amerîka re zevîyên petrolê diparêzin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 875 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:39:59