Mezlûm Kobanî, derbarê operasyonê de daxûyanîyek nû kir

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî ji Kurdistan 24ê re ragihand, ji bo rawestandina operasyonên Tirkiyê, heta niha ti merc ji wan re nehatiye.
29.11.2022, Sal - 16:34
Mezlûm Kobanî, derbarê operasyonê de daxûyanîyek nû kir
Nuçe Belav bike

Mezlûm Kobanî li ser pirsa Kurdistan24ê ya derbarê mercên rawestandina operasyona Tirkiyê de got, heta niha ti merc ji wan re nehatiye ji bo rawestandina operasyonên Tirkiyê. Herwiha diyar kir, axaftina Berdevkê HSDê Aram Henna şaş hatiye fêmkirin û niha danûstandinên wan ligel wan aliyan heye, ku garantiya rêkeftina rawestandina şer kirine.

Berdevkê HSDê Aram Henna beriya niha derbarê hevdîtina Fermandarê Hêzên Rûsya yê li Sûriyê Aleksander Çayko û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî de ji televîzyona El Erebiye re gotibû, Rûsyayê di vê hevdîtinê de şert û mercên aliyên Tirkiyê ragihandine. Henna di daxuyaniya xwe de derbarê şert û mercan de agahî nedabû, lê gotibû ku wan hemû daxwazên Tirkiyê red kirine.

Qdexekrina Kongreya ENKS'ê

Mezlûm Ebdî li ser qedexekirina lidarxistina Kongreya Çaremîn a Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ya li bajarê Qamişlo got, wan rizamendiya lidarxistina kongreyê dabû ENKSê, lê ji ber hin sedemên ewlehiyê, wan daxwaz ji ENKSê kiribû ku asayîş cihê kongreyê biparêze, lê belê ENKSê qebûl nekiriye.

Biryar bû roja 14ê Mijdara 2022yan Kongreya Çaremîn a ENKSê li hola Zana ya bajarê Qamişlo bihata lidarxistin û dora 150 endamên kongreyê beşdarî kongreyê bana, lê hêzên asayişa Qamişlo bi bihaneya nebûna destûrê, rê neda endamên ENKSê derbasî hola kongreyê bibin.

Serokê ENKSê diyar kiribû ku wan destûra lidarxistina Kongreya Çaremîn a ENKSê, bi riya aliyê Amerîkî, ji nivîsgeha Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî wergirtine, lê tevî wê jî, hêzên asayişê rê neda kongre li dar bikeve.

Girtina ofîsa Kurdistan 24'ê li Rojava'yê Kurdistan

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî derbarê girtina ofîsa kanala Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve got, mixabin ku Kurdistan24 bi biryareke Rêveberiya Xweser hat girtin û ew ne ligel biryara girtinê ne, Kurdistan24 di bûyerên Efrîn û Serê Kaniyê de rola wê hebû û rewş dişopand.

Roja 20ê Hezîrana 2021ê, hêzên asayişa li Rojavayê Kurdistanê nivîsgehên Kurdistan24ê girtin. Piştre jî saziya Kurdistan24ê di daxuyaniyekê de ragihand, “Berpirsên Rojavayê Kurdistanê gelek baş rastiya karê Kurdistan24ê û berpirsiyartiyên wê yên neteweyî û niştimanî dizanin û baş jî dizanin ku Kurdistan24 her dem li eniya yekîtî û aştiya civakî bûye, lê xuya ye ku ew biryar bi fermana ji cîhekî din ve li ser wan hatiye sepandin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 327 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:02:50