Minbic: 6 sivîl di êrîşên artêşa Tirkiyeyê de birîndar bûn

Di encama topbarana artêşa Tirkiyeyê li ser gundekî bakurê Minbicê de, 6 sivîl birîndar bûn ku 4 ji wan zarok in
27.07.2024, Cts - 15:53
Minbic: 6 sivîl di êrîşên artêşa Tirkiyeyê de birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Navenda Ragihandinê ya Encûmena Leşkerî ya Minbicê belav kir, şeva borî wan gelek hewldanên êrîşan ên komên çekdar li ser gundên derdora Minbicê şikandin.

Diyar kir jî, li gundên Ereb Hesen, Muhsenlî û Cerad Bagranî, şer di navbera hêzên Encûmena Leşkerî ya Minbicê û komên çekdar de derket.

Li gorî heman jêderê, piştî jinabirina êrîşan û kuştina hejmarek ji çekdaran, artêşa Tirkiyeyê avahiyên sivîlan ên li gundan topbaran kirin û di encamê de 6 sivîl birîndar bûn ku 4 ji wan zarok bin.

Navenda Ragihandinê ya Encûmena Leşkerî ya Minbicê diyar kir, artêşa Tirkiyeyê ji şeva borî ve,  zêdetir ji 115 top û hawanan gundewarê bakur û rojavayê Minbicê topbaran kirine.

 

Vî nûçeyê tevayî: 347 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:59:42