MÎT: Endamê PKKê Nusret Tebîş hat kuştin

Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) ragihand, wan endamê PKKê Nusret Tebîş ê bi nasnavê “Rustem” li Hesekê kuşt.
30.07.2022, Cts - 12:45
MÎT: Endamê PKKê Nusret Tebîş hat kuştin
Nuçe Belav bike

Ajansa “Anadolu” belav kir, hêzên MÎTê endamê PKKê Nusret Tebîş ê bi nasnavê “Rustem” li Hesekê kuşt ku destê wî di êrîşa navçeya Gungoren a Stenbolê ya di 27ê Tîrmeha 2008an de hebû.

Wê ajansê da zanîn jî, MÎT zanî ku Nusret Tebîş li Hesekê di malekê de xwe vedişêre, piştre jî di operasyonê de ew hatiye bêbandorkirin.

Dadgeha Stenbolê, cezayê zîndana hetahetayê 18 caran girankirî û bi tevahî hezar û 258 sal cezaya zîndanê li Nusret Tebîş birîbû.

Li gorî wê ajansê, Nusret Tebîş di sala 1995an de li Bayqana navçeya Sêrtê tevlî PKKê bûye.

Li navçeya Gungorena Stenbolê di 27ê Tîrmeha 2008an de teqînek hatibû kirin û di encamê de 18 kes hatibûn kuştin û 154 kes jî birîndar bûbûn.

Ev yek di demekê de ye, piştî gefa Tirkiyê a destpêkirina operasyoneke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, êrîşên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve li ser Rojavayê Kurdistanê û deverên di destê HSDê de zêde bûne.

Pêr 28ê Tîrmeha 2022an jî MÎTê ragihandibû, endama Konseya Rêvebir a PKK Hatîce Hezer “Bêrîvan Zîlan” li Silêmaniyê di operasyoneke wan de hat kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 834 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:09:20