Desteya Serokatiyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) duh bi amadebûna hevserokên MSD'ê Leyle Qereman û Mehmûd El Mislit, cîgirên hevseroketiyê û serokên nivîsgehan civiya.
Der barê gefên Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê de, MSDê destnîşan kir, gef û êrişên Tirkiyeyê li dijî herêmê û gelê wê, li pêşiya çareseriyên nîştimanî yên Sûriyeyê dibin astengî.
Herwiha destnîşan kir, dewletên ereban di çareserkirina krîza Sûriyeyê de, li gorî biryarên navdewletî xwedî roleke sereke ne.
Desteya Seroketiyê ya MSDê tekezî li ser girîngiya domandina pêvajoya Sûrî-Sûrî kir û got ku ew amade ne danûstandinê bi hemû aliyên nîştimanî yên li herêmên dagirkirî re dan û standinê bikin, da ku dagirkeriyê bidawî bikin û guhertina demokratîk pêk bînin.
MSD, baskê siyasî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ye. Peywira MSDê ya diyarkirî, pêkanîna “sîstema sekuler û demokratîk” bo Sûriyeyê ye.