MSD: Ji bo ku hikûmeta Sûriyê derbasî Rojava bibe mercên me hene

Heta niha sînorê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê de aram e, lê belê bi vekişandina hêzên Amerîkî, metirsiya encamdana êrîşekê ji aliyê hikumeta Tirkiyê ve bo ser Rojavayê Kurdistanê zêdetir bûye.
25.12.2018, Sal - 05:51
MSD: Ji bo ku hikûmeta Sûriyê derbasî Rojava bibe mercên me hene
Nuçe Belav bike

Ji bo pêşeroja deverê jî çend senariyo di rojeva Rojavayê Kurdistanê de hene, ku yek ji wan egera vegera desthilata hikûmeta Sûriyê ye, lê gelo heman hikûmeta sala 2011an an jî vê carê şêwazek nû ji hukimraniyê re dê bê dîtin.

Niha bi heman mebestê jî, şandek ji Rêveberiya Xweser li Balafirxaneya Himêmîmê û bi piştgiriya Rûsyayê gotûbêjên nihênî bi Şamê re encam dide .

Endamê Serkirdaetiya MSDê, Mistefa Meşayix di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “Em dixwazin rêjîm bê, baştir e ji hikûmeta Tirkiyê û hevalbendên wê ku ew derbas bibin, ev jî di çarçoveya hinek rêkevtinan de bibe, mercên me jî hene, îtîrafa desturî bi miletê Kurd wek netewa duyem, a duyem jî îtîrafê bi hebûna rêveberiyê bike û desthilata wê berfireh bike”.

Partiya Komonîst a Sûrî wiha dibîne, ku Rûsya amade dibe navbînkariyê di navbera Kurdan û Şamê de bike, eger xelk û aliyê deverê bi hevr e kar bikin û nakokiyên di navbera xwe de bi dawî bikin.

Sekreterê Encûmena Xwecihî ya Partiya Komonîst a Sûrî li Cezîrê, Fewzî Derwîş ji Rûdawê re ragihand: “Welatiyêm me çi Ereb û çi Kurd, xwe bikin yek li dijî Tirkiyê, wê demê nikarin desthilatê bikin, Rûsya jî dê xwedî roleke erênî be”.

Piştî biryara Amerîkayê ya ji nişkê ve ya di derbarê nehiştina serbazên xwe li Sûriyê de, nayê pêşbînîkirin, ku hikûmeta Sûriyê bi mercên Rêveberiya Xweser ên di derbarê îtîrafa siyasî de razî bibe bi taybet ku beriya niha dû caran danûstandinên Şamê ji ber hebûna Amerîka li deverê, bê encam bi dawî bibûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1096 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:39:32