MSD: Me li gel rejîmê li hev nekiriye

Hevserokê Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyaz Dirar, ragihand di mijara xweseriyê de wan û rejîmê li he nekiriye.
14.12.2017, Per - 11:12
MSD: Me li gel rejîmê li hev nekiriye
Nuçe Belav bike

Riyaz Dirar ji BasNewsê re axivî. Dirar diyar kir ku polîtîkayên welatên cîhana yên di derbarê Sûriyê de hê jî zelal nebûne û ragihand ku xelkê ku li rojhilatê Firatê dimîne bi însiyaîfa xwe rêveberiyeke xweser ava kirine.

Dirar herwiha diyar kir ku ew ji bo gotubêjkirina vê sîstema xweseriyê amade ne ji bo muzakereyan ligel rejîmê bikin û wiha pê de çû: “MSD ji bo Sûriyeke federal têdikoşe. Eger Sûriyeke federal û demokratîk were avakirin, em amade ne bibin beşek ji wê.”

Riyaz Dirar herwiha destnîşan kir ku HSDê yek bihostê jî axa di destê xwe de radestî rejîmê nake û li hemberî her êrişan jî bersiva pêwîst wê were dayîn.

Rojnameya El Riyaz ku navenda wê li Erebîstana Siûdî ye, di raporteke xwe de ku disparte berpirsên Amerîkî, îdîa kiribû ku DYA û Rûsyayê di berbarê otonomiyekê ji bo Kurdan li hev kirine. Li gor wê nûçeyê HSD wê li hemberî vê yekê hejmara şervanên xwe yên li deverên erebnîşîn kêm bike û rêjeya mezin wê ji şervanên ji erebên Sunne pêk bihata. Herwiha li gor wê nûçeyê DYA wê li Sûriyê bimîne û ji ber wê yekê girîngiyê dide hejmara şervanên Erebên Sune jî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1229 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:00:14