Nexweşxaneya Avrîn a Efrînê hat bombebarankirin

​Li gorî zanyariyên Kurdistan 24 ku Firokeyên şer yên Tirkiyê bi sê mûşekan nexweşxaneya Avrîn ya Efrînê bombebaran kirin e, di encam de 9 welatiyên sivîl şehîd bûn û hejmareke welatiyên din jî, birîndar bûn e.
17.03.2018, Cts - 08:46
Nexweşxaneya Avrîn a Efrînê hat bombebarankirin
Nuçe Belav bike

Beriya niha jî Rewangeha Sûriyê ya mafê mirovan belavkiribû, ji encama topbaran û bombebarana Artêşa Tirk û çekdarên Artêşa azad a Sûriyê, 22 welatiyên sivîl şehîd ketin e, ku pênc ji wan zarok in û zêdetirî 45 welatiyên din jî brîndar bûn e.

Ji aliyek din ve û ligor zanyariyên Kurdistan24, şer û pevçûnên dijwar di navbeyna YPG, Artêşa Tirk û çekdarên Artêşa Azad de li gundewarên nahiya Mabeta rû didin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1350 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:38:41