Nêzîkî 1200 serbazên Hikûmeta Sûriyê li ser sînorê Bakurê Kurdistanê hene

Di êrîşên vê dawiyê yên Tirkiyê de hejmarek serbazên Sûriyê jî hatin kuştin ku bi giştî li nêzikî 1200 serbazên Sûriyê li ser sînorê Bakurê Kurdistanê ne.
09.12.2022, Cum - 06:57
Nêzîkî 1200 serbazên Hikûmeta Sûriyê li ser sînorê Bakurê Kurdistanê hene
Nuçe Belav bike

Rûsya sala 2015an bi fermî li ser daxwaza Hikûmeta Sûriyê beşdarî şer bû, ji wê demê ve Rûsya dixwaze hemû xaka Sûriyê vegerîne bin kontrola Hikûmeta Sûriyê. Ji wê demê ve hinek caran bi şer û hinek caran jî bi lihevhatinan, gelek nevçe vegerande bin kontrola hikûmetê. Sala 2019an û bi rêkeftinekê ligel Tirkiyê û razîbûna HSDê hêzên Hikûmetê vegeriyan gelek navçeyên sînorî yên ji Minbic û Kobanî heta Dêrikê. Di êrîşên vê dawiyê yên Tirkiyê de hejmarek serbazên Sûriyê jî hatin kuştin ku bi giştî li nêzikî 1200 serbazên Sûriyê li ser sînorê Bakurê Kurdistanê ne.

Ev hêzên hikûmeta Sûriyê ji roja 23ê cotmeha 2019an ve, li gor rêkeftina Rûsya û Tirkiyê li ser sînorê hevbeş di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de cih girtine. Tora Medyayî ya Rûdawê zanyariyên hûr derbarê xalên hêzên Sûriyê û dabeşbûna wan bi dest xistine.

Hêzên Sûriyê li herêma Cizîrê ji rojhilatê Dêrikê û heta Til Temir cih girtine, 2 xal li Dêrikê, 2 xal li herêma Aliyan û Tirbespiyê, 2 xal li Amûdê ligel 2 xalên Rûsî, 4 xal li Dirbêsiyê, ligel 1 xala Rûsî û 8 xal Li Til Temir. çekên hêzên Sûriyê li vê navçeyê sivk û navîn in.

Li Herêma Kobanî û Eyn Îsa, 14 xalên hêzên Sûriyê hene, 8 xal li Kobaniyê û 6 xal li Eyn Îsayê ne. Li her du herêman çekên giran ên wek tank, avêherên rokêtan û topxaneyê bi destê hêzên Sûriyê ne.

Koordînatorê Artêşa Azad Ebû Tewfîq el-Dêrî ji Tora Medyayî ya Rûdawê da got hêzên hikûmeta Sûriyê nikarin rûbirûyê êrîşa Tirkiyê bibin.

Koordînatorê Artêşa Azad Ebû Tewfîq el-Dêrî anî ziman, “Hêzên rejîmê nikarin rê li ber êrîşeke Tirkiyê bigirin, ev tenê gotin in ji bo hundirê Sûriyê da ku bibêje rejîmê berevaniyê di ber xaka Sûriyê de dike. Tişta bûyî ew e ku rêkeftin di navbera her du dewletên dagirker de çêbûye. Tirk ji aliyekî ve û Rûs ji aliyekî din ve di çarçoveya nexşeyên ku rêkeftin li ser kirine de. Rejîm tenê pasevan û çete ne, wê li wan navçeyên ku rêkeftin li ser wan hatiye kirin bên bicîkirin.”

Li gor zanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji çavkaniyên agahdar bi dest xistine, hejmara tevahiya hêzên Sûriyê li xalên sînorî li herêmên Kobaniyê û Cizîrê, derdora 1200 serbazî ye. Nêzî 350 serbazî li herêma Kobaniyê ne. Her xaleke serbazî ji derdora 18-30 serbazî pêk tê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 337 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:37:52