Nivîskarekî Rojavayê Kurdistanê: Eger me giringî bida zimanê xwe, niha em jî xwedî dewlet bûn

Di roja cîhanî ya zimanê dayikê de li Rojavayê Kurdistanê hejmareke çalakî hatin lidarxistin. Nivîskarekî Rojavayê Kurdistanê jî dibêje, “Eger em Kurd li ser zimanê xwe bisekinîbana, niha em jî wek her milletekî din (xwedî) dewlet bûn.”
22.02.2023, Çar - 13:40
Nivîskarekî Rojavayê Kurdistanê: Eger me giringî bida zimanê xwe, niha em jî xwedî dewlet bûn
Nuçe Belav bike

Duh Sêşemê 21ê Sibatê, roja cîhanî ya Zimanê Dayikê bû û bi vê helkeftê li Rojavayê Kurdistanê jî hejmarek çalakî hatin lidarxistin.

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan-Sûriye duh li bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê semînarek li ser roja cîhanî ya Zimanê Dayikê saz kir.

Di semînarê de nivîskar û pisporê ziman, Ebdulhekîm Mihemed behsa roja cîhanî ya Zimanê Dayikê kir û tekezî li ser giringiya zimanê Kurdî kir.

Herwiha di semînarê de hejmareke helbestên bi zimanê Kurdî jî hatin xwendin û stranên Kurdî hatin pêşkêşkirin.

Nivîskar Barzan Hisên ku di semînarekê de amade bûbû, ji Rûdawê re ragihand: “Îro em wek Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan-Sûriye di vê roja cîhanî ya Zimanê Dayikê de, me xwest ku çalakiyekê bikin û ev cihê kêfxweşiya me bû. Me dît ku wek erkekî li ser milê ye ku em vê rojê vejînin, ji ber ku ziman hebûna milletan e, ji ber ku ziman nasnameya milletan e, lewra me xwest me vê rojê vejînin.”

Beşdarekî din ê semînarê nivîskar Mihemed Şerîf Birhik jî amaje bi giringiya ziman di warê nasname û paşeroja milletan de kir û rexne li wê yekê girt, ku Kurdan zêde giringî nedane zimanê Kurdî.

Mihemed Şerîf Birhik ji got: “Bi rastî em milletê Kurd eger em li ser zimanê xwe bisekinîbana, niha em jî wek her milletekî din dewlet bûn. Tiştekî cihê êşê û janê ev e ku em ne serbixwe û ne dewlet in, (lê) zimanekî ewqas kevnar, ewqasî xwedî rol, ewqasî devkî şopandiye heta gihaye nivîskî û berdewam bûye, lê mixabin me nikariye xwedî li zimanê xwe yê resen, pêgihîştî û kevnar derkevin.”

Nivîskarê Kurd, Ebdulhekîm Mihemed jî ragihand: “Di semînarê de bi giştî gelek mijar hatin gotûbêjkirin, bi taybet li ser zimanê Kurdî, dîroka zimanê Kurdî, reseniya zimanê Kurdî û li ser zimanên cîhanê bi tevahî em axivîn. Li ser destpêka ziman, ji ku hatine û çawa çêbûne, ji ku dest pê kirine.”

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 349 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:59:19