NY bang li Tirkiyê kir: Rêzê li agirbestê bigiri

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li ser gefên operasyona ji aliyê Tirkiyê ve bo ser Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re got, “Divê rêz li agirbestê were girtin.”
03.06.2022, Cum - 06:26
NY bang li Tirkiyê kir: Rêzê li agirbestê bigiri
Nuçe Belav bike

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stéphane Dujarric ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, "Ji 22ê Cotmeha 2019an ve rêkeftin li ser agirbestekê li Bakurê Sûriyê heye, em agirbestê gelekî cidî dibînin û em bi hêvî dikin berdewan be."

Di wan demên dawî de Tirkiye gefên xwe li dijî Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) zêdetir kirine.

Dujarric her wiha anî ziman, “Hûn dizanin, ez difikirim ku peyama me ya hestiyar ji bo hemû welatên ku di mijarê de cih digirin ew e ku em ji wan daxwaz dikin ku rêzê li yekîtiya axa Sûriyê bigirin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û wezîrên berevanî û derve yên Tirkiyê di du heftiyên bihorî de çend caran gef xwarine ku artêşa Tirkiyê dê di demeke nêzîk de operasyoneke nû li Rojavayê Kurdistanê pêk bînin

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 990 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:57:40