Pentagon: Serkirdeyekî DAIŞê hat kuştin

Wezareta Berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, di êrîşeke esmanî de serkirdeyekî DAIŞê li Sûriyê hat kuştin.
12.07.2022, Sal - 14:46
Pentagon: Serkirdeyekî DAIŞê hat kuştin
Nuçe Belav bike

Berdevkê Fermandarê Fermandariya li Wezareta Berevanî ya Amerîkayê ji ajansa AFPê re ragihandiye, Serkirdeyê DAIŞê Mahîr 'Ekl ku bi navê Ebû Bera tê nasîn, li Sûriyê bi rêya êrîşeke dronê hat kuştin.

Herwiha eşkere kiriye, Serkirdeyê DAIŞê li nêzîkî navçeya Cindirêsê di dema ajotina motorsîkletê de bi rêya dronê, êrîşî wî hat kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 460 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:55:57