Pêşmergeyên Roj gihîştin ser sînorê Rojavayê Kurdistanê

500 pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê hatin bicihkirin.
02.03.2017, Per - 14:17
Pêşmergeyên Roj gihîştin ser sînorê Rojavayê Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya Rûdawê, Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê li ser sînor, li devera navbera Xanesor û Sinûneyê bi cih bûn. Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê aşkere kirin, ji bo parastina Başûrê Kurdistanê û Rojavayê wê, li wê derê bi cih bûne.

Hêzeke nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji pêşmergeyan xwestiye ku ji wê deverê derkevin.

Herwiha fermandarekî Pêşmergeyên Rojava jî diyar kir, ew dê hêzên zêdetir bînin wê herêmê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1791 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:50:32