PYDê piştgiriya xwe ji xwepêşandanên Îranê re ragehand!

Baskê PKKê yê li rojavayê Kurdistanê PYD û rêxistina wê ya sivîl TEV-DEMê derbarê xwepêşandanên li Îranê de piştgiriya xwe ya ji bo xwepêşanderan ragehand.
03.01.2018, Çar - 13:50
PYDê piştgiriya xwe ji xwepêşandanên Îranê re ragehand!
Nuçe Belav bike

Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê piştgirî û alîkariya xwe bi hemû rêbazên rewa bi daxwazên gelên Îranê re aşkere kir.

TEV-DEMê di daxuyaniya xwe de got, nirxandina aloziyên dijwar ên li Rojhilata Navîn pêktên, piştrast dibe ku sîstema netewdewlet têk çûye û nikaribû çareseriyan ji dozên heyî re peyda bike.

TEV-DEMê amaje bi wê kir, qonaxa veguhertina demokratîk êdî gavên mezin avêtine. Çi sîstem be eger daxwaza gelan pêkneyne, bê guman çarenûsa wê dê ji ya beriya wê ne cuda be.

TEV-DEMê got: “Em weke Desteya Rêveber a TEV-DEM piştgirî û alîkariya xwe bi hemû rêbazên rewa bi daxwazên gelên Îranê re yên girêdayî guhertin û veguhertina demokratîk aşkera dikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1209 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:09:28