PYD: Tiştê dibe, têra rawestandina dagîrkeriya Tirkiyê nake

Şêwirmendê Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sîhanok Dîbo li ser êrîşên artêşa Tirkiyê yên li ser Kobanê û Girê Spî ji K24ê re ragihand, êrîşa dewletekê li ser dewleteke din, li dijî yasayên navdewletî ye. Armanca Enqere ji van êrîşan ew e, tim rêxistinên terorê wek DAIŞ û Nusrayê nûjen bibin.
04.11.2018, Paz - 08:55
PYD: Tiştê dibe, têra rawestandina dagîrkeriya Tirkiyê nake
Nuçe Belav bike

Derbarê helwesta Amerîka ji van êrîşên Tirkiyê de, Sîhanok Dîbo got, heta niha ti helwesteke cidî ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve nehatiye. Tiştê girîng bûye ew e, gerên hevbeş ên Hevpeymaniya Navdewletî û HSDê seranserî sînor hatine encam dan, lê ev yek tenê têrê nake ku li pêş dagîrkeriya Tirkiyê rawest e.

Sîhanok Dîbo amaje bi wê yekê kir, ji bo rûbirûbûna êrîşa Tirkiyê, Rêveberiya Xweser hemû xwe di warê berxwedan û dîplomasî de tedbîrên standine. Kurd li Rojhilata Navîn û bi taybet li Sûriyê bûye lîstikvanekî sereke û hîna hîn kaxez di destê Rêveberiya Xweser de hene ku dikar bikar bîne.

Diyar kir jî, heger rewş wiha dewam bike, ne tenê krîza Sûriyê çareser nabe, lê pêşeroja Sûriyê dê perçebûn be. Lê heger li Rêveberiya Xweser mihur bê û ew cihê xwe di Desteya Danûstandinan û Komîta Destûrî de bigire, wê dema çareserî dê destpê bike.

Şêwirmendê Hevserokatiya PYDê got, bi hatina nûnerê nû yê navdewletî bo Sûriyê re, guhartinên bingehîn di Desteya Danûstandinan û Komîta Destûrî de çê dibin û soz ji Rêveberiya Xweser re hatine dan ku ewê cihê xwe di de bigire.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1156 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:02:48