Qamişlo: Ji ber tozbarînê 12 kes rakirin nexweşxaneyê

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji ber tozbarînê, rewşenên bêhntengiyê zêde bûn û herî kêm 12 kes rakirin Nexweşxaneya Niştimaniya Qamişlo.
23.05.2022, Pts - 12:19
Qamişlo: Ji ber tozbarînê 12 kes rakirin nexweşxaneyê
Nuçe Belav bike

Li Rojavayê Kurdistanê jî pêleke bahoza qumê û tozbarînê dest pê kiriye û îro li bajarên Qamişlo û Hesekê û bajarokên derdorê tozbarîneke dijwar heye.

Rêveberê Desteya Giştî ya Nexweşxaneya Niştimaniya Qamişlo, Omer El-Akob ragihandiye, hemû xizmetguzariyên pizîşkî û hawarhatinê ji bo kesên hewcedar di rewşek wek niha de tên pêşkêşkirin ş tekez kir, hemû tîmên pizîşkî ji ber tozbarînê di amadebaşiyê de ne.

Li gorî ragihandinan bajarê Hesekê jî bi sedema tozbarînê heta niha tenê kesek rakirine nexweşxaneyê.

Tozbarîna dijwar a li navçeyên Rojavayê Kurdistanê bandor li jiyana asayî ya xelkê kiriye, herwiha bandorek mezin li çandiniya li herêmê jî kiriye.

Serokê Daîreya Hilberîna Riwekan Endezyar Celal Bîlal ji ajansa fermî ya Sûriyê SANA re axiviye û gotiye, pêla dijwar a tozbarîna îsal bandorek pir xirab û neyênî li berhemên genim û ceh dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 373 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:54:08