QSD: Heya 2-3 rojan Reqqa rizgar dibe

Berpirsê Komîteya Pêwendiyên Derve yê Hêzên Sûriya Demokratîk Abdulazîz Yunus ji Spûtnîkê re ragihand, heta 2-3 rojan bajarê Reqayê bi temamî ji DAIŞê dê were paqijkirin.
12.10.2017, Per - 06:41
QSD: Heya 2-3 rojan Reqqa rizgar dibe
Nuçe Belav bike

Berpirsê Komîteya Pêwendiyên Derve yê Hêzên Sûriya Demokratîk Abdulazîz Yunus di derbarê rewşa dawî ya şer li Reqayê de, ji Spûtnîkê re da xuyakirin, ‘Li Reqayê DAIŞ ber bi dawiyê ve diçe. Heta çend rojan dê bajar bi temamî ji DAIŞê bê paqijkirin. Heta du sê rojan dê bajar paqij bibe."

Berdevama axaftina xwe de Berpirsê HSDê da zanîn ku wan dikarî zû de kontrola Reqayê bi dest bixin, lê ji ber hebûna sivîlan operasyon domdirêj bûye û wiha axivî, "Gelek sivîl hebûn. DAIŞê ew wekî mertalên zindî bikar tanîn. HSD sivîlan hêdî hêdî ji bajêr derdixe. Ger sivîlên mayî jî bên derxistin, dê Reqa bê paqijkirin."Yunus destnîşan kir, ‘Ji ber têkçûna li Reqayê moralên milîtanên DAIŞê jî têk çûye. Em dê li nêzîk mizgîniya rizgarkirina Reqayê bidin hemû mirovahiyê. DAIŞ her li ku dera Sûriyê hebe, em dê rêxistinê ji wir paqij bikin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1350 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:57:21