QSD: Operasyona Dêre Zorê demek nêzde destpêdike

Fermandarekî Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) îro ji Reutersê re ragihand ku hêzên wan dê di demeke pir pir nêzîk de dest bi operasyona rizgarkirina Derêzorê bikin.
25.08.2017, Cum - 12:41
QSD: Operasyona Dêre Zorê demek nêzde destpêdike
Nuçe Belav bike

Li gorî nuçeya ku malpera VOA dispêre Reuters\'ê tê gotin; Serfermandarê Meclîsa Leşkerî ya Derêzorê Ahmed Ebu Xawla dîyar kir ku operasyon dikare di nav çend hefteyan de destpê bike û hevdem bi operasyona Reqa dê were meşandin.

QSD hevalbendîya şervanên Kurdan û Ereban e û pêşengiya wî YPG dike vê gave şerê rizgarkirina bajarê Reqqa didomîne.

Koalîsyona navnetewî ya bi pêşengîya Amerîka jî bi hêzên taybet yên şerker û êrîşên esmanî piştgirî dide HSD’ê.

VOA
Vî nûçeyê tevayî: 1617 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:12:48