Radyoyek li Amûdê tenê bo jinan weşanê dike

Radyo,Jin,FM,Rojav,Weşan,
23.02.2017, Per - 08:22
Radyoyek li Amûdê tenê bo jinan weşanê dike
Nuçe Belav bike

Radyoya bi navê JIN FM a li bajarê Amûdê ya Rojava weşanê dike ne tenê bernameyên stranan çêdike herwiha ji nanê tenûrê bigrin heta kuliçeyan, mijarên tenduristiyê û her mijarên têkildarî jin û jiyanê tînin rojevê.

Radyo di 12 meha Cotmeha sala 2015an de li Amûdê dest bi weşanê kir. Radyo JIN li ser mijarên civakî, hunerî û hemû babetên têkildarî keç û jinan weşanê dike.

Gelek bernameyên radyoyê heye. Ew heta ku ji wan tê dixwazin dengê hunermend û jinên li Amûdê û derdora Amûdê bidin bihîstin. Bernameyek wan ya bi navê Beynî Baş e heye ku tê de jin behsa xwarin û tehmên kevnare yên kurdan dikin.

Di bernameyê de jinên amûdî tê de nan, kulîçe, şêraniyên dîrokî yên kurd û xwarinan çê dikin. Herwiha behsa dîrokên wan jî dikin.

Ji aliyekî din ve bo zanekirina civak û jinê jî bername tê çêkirin. Li ser mijarên tenduristiya zarokan, ducanîbûn, perwerdehiya zarokan hwd. jî tê axaftin û nirxandin.Radyoya ku bi kurdî weşanê dike caran bi erebî jî weşanê dike. Radyo ne tenê hunermendan, bijişkan, çalakvanan, helbestvanan û kevaniyan jî dike mêvan û li serjiyane diaxivin


Sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 1189 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:09:57