Reuters: Hevkarîya Amerîka û HSD'ê dê bidome

Ajansa nûçeyan a Reutersê ji zarê karbidestekî Amerîkî yê payabilind ragihand ku hevkarîya Amerîka û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, dê bidome.
13.11.2019, Çar - 08:36
Reuters: Hevkarîya Amerîka û HSD'ê dê bidome
Nuçe Belav bike

Karbidestê payabilind got ku ''Nêta me tune ku em vê hevkarîyê bi dawî bikin’’

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo jî hefteya borî li Berlîn ya Almanya dîyar kir ku ewê hevkarîya bi HSD’ê re bidomînin.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dê îro li Washingtonê bi Serok Donald Trump re bicive.

Li ber e ku her du serok ser YPG û HSD’ê jî biaxifin.

Amerîka, HSD’ê di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de wek ‘’hevalbendeke girîng’’ dibîne, lê Tirkîye, YPG’ê ‘’rêxistineke terorîst’’ dihesibîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 798 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:30:03