Rêveberiya Xweser bi tundî bersiva Çînê û kompaniyeke Brîtanyayî da

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bersiva tohmetên aliyên navdewletî yên derbarê “dizîna” çavkaniyên enerjiyê yên Sûriyê da û ew tohmetbarkirin wek “helwestên siyasî” bi nav kir.
23.01.2023, Pts - 07:33
Rêveberiya Xweser bi tundî bersiva Çînê û kompaniyeke Brîtanyayî da
Nuçe Belav bike

Kompaniya GulfSands di raportekê de, Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi dizîna 41 mîlyon bermîlên petrolê ji qada 26 a li Bakur Rojhilatê Sûriyê tohmetbar kiriye.

Heman kompanî dibêje, buhayê wê petrola ku hatiye dizîn, 2 mîlyar û 900 mîlyon dolar e, ku di rojekê de dike 7 milyon dolarên Amerîkî. GulfSands dibêje, “ew tenê beşeke biçûk ji diziyên mezin e, ku aliyên neqanûnî jê sûd werdigirin bêyî ku rêyekê ji bo sûdwergirtina Sûriyan jê bibînin.”

Li aliyekîn din Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê jî di wan demên dawî de çend caran li ser çavkaniyên xwezayî yên Sûriyê daxuyanî daye û Amerîka û hêzên ser bi wê ve bi “dizîn û talankirina” petrolê û çavkaniyên enerjiyê yên Sûriyê tohmetbar kirine.

Li hemebr van tohmetbarkirinan, Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro daxuyaniyek weşandiye.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser dibêje, “Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Wang Wen Bin, hin saziyên çapemeniyê yên girêdayî hikumeta Şamê û hin şîrketên din, ji wan jî şîrketa Golf Sands a Brîtaniyayê ku di petrolê de dixebite, nûçeyek belav kir ku derxistina petrol û genim ji herêma Cizîrê bi awayekî nerewa ‘li gorî wan’ pêk tê û ev dewlemendî ‘tê dizîn’ û ji dewletên cîran re bi rêya lihevkirinên di navbera Koalîsyona Navneteweyî û HSDê de tê hinartin.”

Herwiha daîreyê di daxuyaniyê de destnîşan kiriye ku hemû axaftinên girêdayî vê mijarê derew in û ew yek tenê “helwestên siyasî ne” û tekez kiriye, “em bi fermî red dikin ku ew agahî rast bin.”

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ragihandiye, “Mîqdara genimê heyî digel hişksaliya ku di ser herêmê re derbas dibin, têra welatiyan nake. Têkildarî petrolê jî, ev herêmê piştî salên dirêj ên berxwedanê ji DAIŞ û terorê hate rizgarkirin û piraniya bîrên petrolê hatine wêrankirin û nayên xebitandin. Petrola heyî jî têra pêdiviyên herêmê nake û beşek jî li hundirê Sûriyê tê bikaranîn.”

Di beşeke daxuyaniya xwe de, daîreyê Em hêvîdar in ku ev bi awayekî mentiqî, maqûl û realîst bi vê mijarê re serederî bê kirin.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser herwiha ew daxuyaniyên aliyên biyanî yên derbarê çavkaniyên xwezayî yên Sûriyê de weke “berevajîkirina rastî û heqîqetê” bi nav kir.

Di beşeke daxuyaniyê de, Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ku baregeha wê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye, wiha dibêje: “Em beşek ji Sûriyeyê ne, dewlemendiya li Sûriye heyî dewlemendiya binerd e û milkê tevahî gelê Sûriyeyê ye û nabe mîna dewlemendiya din a li Sûriyeyê were keysabazkirin.”

Daîreyê di dawiya daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman: “Dema ku lihevkirineke siyasî bi Şamê re çêbibe, ev serwet dê li gorî lihevkirin, û garantiyan li ser tevahiya gelê Sûriyê were belavkirin û em di vî warî de vekirî ne.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 316 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:45:48