Rêveberiya Xweser: Çekdarên DAIŞê li zindanan bargiraniyeke zêde ji bo me çêkiriye

Hevserokê Encûmena Dadweriyê ya Rêveberiya Xweser Hesen El Ehmed got hebûna hejmara zêde ya çekdarên DAIŞ li zindanan bargiraniyeke zêde ji bo wan çêkiriye.
12.06.2023, Pts - 08:07
Rêveberiya Xweser: Çekdarên DAIŞê li zindanan bargiraniyeke zêde ji bo me çêkiriye
Nuçe Belav bike

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihandibû ku dê dest bi darizandina DAIŞiyên biyanî yên li girtîgehên wan tê ragirtin, bike.

Hevserokê Encûmena Dadweriyê ya Rêveberiya Xweser Hesen El Ehmed diyar kir ku ew dê di radestkirina jin û zarokên DAIŞê de ji bo welatên wan de berdewam bin.

Hesen El Ehmed dibêje: “Hebûna ew hejmara zêde ya girtiyên DAIŞê li zindanên Rêveberiya Xweser, barekî giran di aliyê ewlehî û peydakirina pêdawîstiyên darayî de çêkir. Rêxistina DAIŞê rêxistineke metirsîdar e, gelek caran wan hewla revê dane weke bûyera zindana Hesekê, lê Rêveberiya Xweser bi derfetên xwe dikarî bi ser wan zehmetiyan bi ser bikeve.”

Hesen El Ehmed da zanîn ku ji ber ku ew çekdar ji 60 welatan e, ev pirs ne pirseke xwecehî ye û wiha pê de çû: “Pirseke navdewletî ye, erka Neteweyên Yekbûyî û Hevpymaniya Navdewletî ku çareserî peyda bike, daxwaza Rêveberiya Xweser a damezrandina dadgeheke navdewletî bi cih bîne. Hebûna vê rêxistinê weke bombeyeke demkî ye li herêmê, ne çareserkirina vê pirsê, cîhanê bi hemû dike nava matirsiyê, divê Rêvebeirya Xweser li gor yasayên xwechî yên li dijî terorê wan çekdaran bi awayekî damend û vekirî dadgeh bikin.

Weke çawa Hevpeymaiya navdewletî di şer ê li dijî DAIŞê di warê serbazî alîkarî da Rêveberiya Xweser, divê alîkariya avakirina dadgehên DAIŞê bike. Me berê jî ji welatan xweser ku çekdar û malbatên wan ji herêma me werbigirin. Hin welatan hin zarok û jin birin, em ê di radestkirina wan zarok û jinan de berdewam bin. JI ber ku ew çekdar demeke dirêje di zindnan de ne û nehatine dadgehkirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 283 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:02:15