Rêveberiya Xweser derbarê hilbijartinên Sûriyê de biryar da

Luqman Ehmê, Berdevkê Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê di kongreyeke rojnamevanî de biryara derbarê hilbijartinên parlamentoya Sûriyê de ragihand.
18.07.2020, Cts - 11:56
Rêveberiya Xweser derbarê hilbijartinên Sûriyê de biryar da
Nuçe Belav bike

Rêveberiya Xweser ragihand ku dê sindoqên ji bo hilbijartinên parlamentoya Sûriyê li deverên di jêr desthilata wan de ne nayên danîn.

Luqman Ehmê, Berdevkê Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê di kongreyeke rojnamevanî de biryara derbarê hilbijartinên parlamentoya Sûriyê de ragihand.

Luqman Ehmê amaje bi wê kirî, di vê qonaxa ku miletê Sûriyê li bendê ye çareseriyeke aştiyene ji bo krîza Sûriyê bê danîn, lê hikûmeta Sûriyê hîn berdewam e li ser heman rêbaza xwe “weke ku tiştek nebûye ji 2011an ta niha.”

Berdevkê Rêveberiya Xweser tekez dike, “hilbijartinên parlamentoya Sûriyê ne ji dûr û ne ji nêzîk ti wateya wê bo me nîne û diyar kir, “Em bihêvî bûn ku hikûmeta Sûriyê hemû hêzên aktîv êli Sûriyê vexwîne bo civîneke ji bo gengeşekirina dîtina çareseriyeke bilez bo krîza Sûriyê.”

Herwiha Luqman Ehmê got, “Em wek Rêveberiya Xweser beşdarî ti biryarên yekalî yên mîna pêkanîna hilbijartinên parlamentoyê nabin û tekez kir, “ti sindoqên hilbijartinên parlamentoya Sûriyê li deverên rêveberiya me nayên danîn.”

Hilbijartinên parlamentoya Sûriyê piştî ku 2 caran hatin paş xistin, biryar e roja Yekşemê, 19.07.2020 werin kirin.

Hikûmeta Sûriyê ragihandiye, bi sedema rêkarên xweparastinê ji vîrusa koronayê, ew hilbijartin hatine derengxistin û roja 19 Tîrmeha 2020an bo hilbijartinan hatiye destnîşankirin.Ji bo hilbijartinên parlamentoya Sûriyê ku rojek maye, 2100 namzed li seranserê wî welatî ji bo 250 kursiyan pêşbirkê dikin û 25 Kurdan jî xwe ji bo parlamentoya Sûriyê kirine namzed.

Ew 25 berbijêrên Kurd li ser asta Sûriyê beşdar dibin û ji wan li Qamişlo, Heleb û Şamê hene.

Li aliyê din Omer Osê, parlamenterê Kurd di parlamentoya Sûriyê de, ku xwe li ser bazneya Şamê berbijêr kiribû, ji Rûdawê re ragihand, ku ew ji hilbijartinên parlamentoya Sûriyê vekişiyaye.

Omer Osê ku ev 8 sal e parlamenter e, derbarê vekişîna xwe ji xula hilbijartinnê parlamentoya Sûriyê, sedemek aşkere nekir.

Biryar bû hilbijartinên parlementoya Sûriyê, ku bi Encûmena Gel tê binavkirin, roja 13ê Nîsana 2020 bihatiban encamdan, lêbelê hilbijartin ji bo 20ê Gulana îsal hatibûn paşxistin, lê di wê rojê de jî nehat sazkirin û niha biryar e roja Yekşemê, 19ê vê mehê bên encamdan.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 823 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:02:07