Rêveberiya Xweser: Em beşek in ji Sûriyê û yekîtiya Sûriyê diparêzin

Berdevkê Desteya Peywendiyên Derve yê Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew beşek in ji Sûriyê û yekîtiya Sûriyê diparêzin.
23.12.2022, Cum - 05:43
Rêveberiya Xweser: Em beşek in ji Sûriyê û yekîtiya Sûriyê diparêzin
Nuçe Belav bike

Berdevkê Desteya Peywendiyên Derve yê Rêveberiya Xweser Kemal Akif roja Pêncşemê di daxuyaniyekê de diyar kir îsal karê wan ê dîplomasiyê li ser astên siyasî, ewlekarî û mirovî ji salên borî zêdetir bûye.

Kemal Akif dibêje, wan ji bo nasandina Rêveberiya Xweser li welatên Asya û Ewropa, îsal gelek hevdîtin pêk anîn, tenê li Ewropa 100 hevdîtin encam dane.

Kemal Akif di derbarê welatên Erebî de jî got, Tirkiyê agahiyên şaş dide welatên Erebî ku Rêveberiya Xweser dixwaze Sûriyê parçe bike lê ew dema berpirsên Erebî dibînin ji wan re dibêjin, ew yekîtiya Sûriyê diparêzin û beşekin ji Sûriyê.

Berdevkê Desteya Peywendiyên Derve yê Rêveberiya Xweser Kemal Akif got, “Bi dewletên Asyayê re di nav de Rûsya jî di sala 2022an de me hevdîtinên nû kirin, peywendî rasterast û fermî çêbûn û hinek çalakiyên sivîl jî di vê çarçoveyê de çêbûn. Ev hevdîtin di çarçoveya naskirina xweseriyê de, prensîbên wê û mijarên hevbeş hatin gotûbêjkirin.”

Kemal Akif anî ziman, “Nêrînên şaş li cem aliyên Erebî heye ku em dixwazin Sûriyê parçe bikin. Kesên ku me ew dîtine ev nêrîn bi wan re heye. Ev nêrîn jî ji agahiyên şaş tê ku alî didine wan, Tirk û saziyên ku bi wan ve girêdayî ne. Meseleya em bi welatên Erebî re nîqaş dikin ew e ku em beşek in ji Sûriyê û yekîtiya Sûriyê diparêzin û meseleya terorê ye, xeteriya wê ya ne tenê li Sûriyê û derdorê.”

Kemal Akif dibêje bi navbênkariya Rûsya îsal hejmarek hevdîtin di navbera wan û Hikûmeta Sûriyê de çêbûn, lê tu encamek ji wan hevdîtinan derneket.

Malbatên DAIŞiyan ên ku radestî welatan hatiye kirin

Berdevkê Desteya Peywendiyên Derve yê Rêveberiya Xweser Kemal Akif her wiha li ser malbatên DAIŞiyan ku radestî welatan hatine kirin jî axivî.

Kemal Akif got, wan îsal 515 jin û zarokên malbatên DAIŞê yên biyanî radestî 13 welatan kirine, yên herî zêde Tacakistan, Rûsya û Fransa bûne.

Kemal Akif her wiha gor, heta niha ew hejmara temam a jin û zarokên DAIŞê yên biyanî nizanin lê bi hezaran ew jin û zarok di kampên Rojavayê Kurdistanê de mane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 310 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:05:39