Rêveberiya Xweser: Êrîşên Tirkiyeyê herêmê ber bi qonaxeke metirsîdar ve dibe

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bîlançoya êrişên Tirkiyeyê eşkere kir.
27.10.2024, Paz - 17:35
Rêveberiya Xweser: Êrîşên Tirkiyeyê herêmê ber bi qonaxeke metirsîdar ve dibe
Nuçe Belav bike

Rêveberiya Xweser îro 27ê Cotmehê êrişên artêşa Tirkiyeyê yên di 4 rojên borî de şermezar kir û daxuyaniyek got, “Di nava 4 rojan de Tirkiyeyê êrîşên asmanî anîn ser binesazî û herêmên ku sivîl lê dijîn. Her wiha çeteyên wê êrîşên bejahî pêk anîne, sivîl û şêniyên Efrînê ku neçarî koçberiyê bûne yên li herêmên Şehba û Şêxmeqsûd kirine aramanc.”

Di daxuyaniyê de hat got: “Êrîşbêyî ti hincetên rewa têne kirin, tê xwestin rewşên aborî bi rêya armanckirina sazî û navendên xizmetguzeriyê bixin xeteriyê. Ev êrîş xeteriyeke mezin li ser rewşa mirovahî, xizmetguzerî û civakî çêdike.”

Di berdewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ku eger êrîş dewam bikin, dê bi xwe re encamên xeternak derxîne û ev xeterî wiha hatin rêzkirin:

- Derxistina karesteke mirovî û aborî

- Gefên li dijî hewldanên tunekirina terorê

- Ziyanên li ser hemû sektorên çandinî, pîşesazî, xizmetguzerî û firneyan. Ev sazî wê ji xizmetê derkevin.

- Gefan li jiyana 5 milyon şêniyên resen û koçberên li herêmên Rêveberiya Xweser bike

- Gefan li xebatên destekdayîna aramiyê û pêşxistina çareseriya demokratîk li Sûriyê bike

- Gefan li girtîgehan dixe û xeteriyê çêdike, ev jî dê bihêle ku terorîst sûdê jê bigirin û ev jî dê bibe gefek li dijî tedbîrên parastina van deveran.”

Di daxuyaniyê de bang li hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, Rûsya, hemû saziyên yasayî û mirovî hat kirin ku encamên van êrîşan bibînin, rê li pêşiya wan bigirin, komîteyên lêpirsînê ava bikin û hesab ji sûcdaran bixwazin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin, di 4 rojên borî de, 118 êrîş bi dronan, 20 êrîş bi firokeyên şer û 893 bi topên hawanan hatine li seranserî Rohavayê Kurdistanê hatine kirin, tê de 17 kes hatine kuştin û 65 kes jî birîndar bûne.

Herwiha ji encama êrîşan stasyonên elektirîkê yên navçeyên cuda hatine bombebarankirin û zêdetirî 150 hezar malbat ji elektirîkê bêpar man. Herwiha Ji ber qutbûna elektirîkê, ava vexwarinê jî qut bûye.

Vî nûçeyê tevayî: 163 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:18:01