Rêveberiya Xweser ji bo Cejna Qurbanê daxuyaniyek belav kir

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku bi mebesta Cejna Qurbanê dê ji sibe heta 1ê Temûzê betlane hatiye ragihandin.
27.06.2023, Sal - 06:55
Rêveberiya Xweser ji bo Cejna Qurbanê daxuyaniyek belav kir
Nuçe Belav bike

Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Rêveberiya Xweser bi boneya Cejna Qurbanê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê hemû dezgeh û saziyên fermî yên girêdayî Rêveberiya Xweser bi mesta Cejna Qurbanê dê ji roja Sêşemê 27ê Hezîrana 2023yan heta roja Şemiyê 01ê Temûza 2023yan di betlaneyê de bin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dê tenê saziyên ku divê kar bikin, wê li ser karên xwe bimînin.

Li aliyê din Desteya Navxwe ya Rêveberiya Xweser jî hejmareke tedbîr ji bo rojên cejnê derxistin.

Tedbîrên ku ji aliyê Desteya Navxwe ya Rêveberiya Xweser ve hatine derxistin ev in:

- Nabe kamyon ji sibe demijmêr 2 piştî nîvro heta demijmêr 6ê êvara roja 1ê meha 7 derbasî nav bajar û bajarokan bibin.

- Nabe matorên sivîl û yên serbazî ji îro heta demijmêr 6ê êvara roja 1ê tîrmehê derbasî nav bajar û bajarokan bibin.

- Hemû deriyên sînorî ji sibe heta demijmêr 6ê êvara roja 1ê tîrmehê li pêşiya tevgera bazirganiyê tên girtin, li pêşiya çûn û hatina xelkê wek berê dimîne.

- Nabe lîstikên bi agir û çekan hebin, kesê rênmayan pêk neyne wê were cezakirin

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 340 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:42:58