Rêveberiya Xweser ji niha ve amadekariyên wergirtina berhemên cotkaran dike

Rêveberiya Xweser ji niha ve amadekariyên wergirtina berhemên cotkarên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê dike. Di civînekê de, Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiyê Xweser werzê çandiya îsalê gotûbêj kir û hinek tedbîr pejirandin.
07.04.2023, Cum - 05:43
Rêveberiya Xweser ji niha ve amadekariyên wergirtina berhemên cotkaran dike
Nuçe Belav bike

Baranbarîna baş li Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê hîştiye ku hêviya cotyarên herêmên Rêveberiya Xweser bi berhemeke baş a dexlûdanê hebe.

Li gorî zanyariyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di meha Adarê de, bêhtir ji 100 milîm baran bariya û serkeftina mûsimê ceh wê di navbera sedi 90-95 de be.

Rêveberiya Xweser ji niha ve amadekariyên wergirtina berhemên cotyarên herêmê dike. Di civînekê de, Encûmena cîbicîkar a Rêveberiyê Xweser werzê çandiya îsalê gotûbêj kir û hin rêkar û tedbîr pejirandin.

Hevserokê Desteya Çandiniyê Mihemed el-Dexîl ragihand ku wan pirs û mijarên girêdayî werzê çandiniya îsal gotûbêj kirine û tedbîrên pêwîst girtine.

Hevserokê Desteya Çandiniyê Mihemed el-Dexîl got, “Amadekarî û haziriyên werzê genim û ceh yê sala 2023 hatin gotûbêjkirin. Amadebaşiya Desteya Çandinî û Avdaniyê ji bo wergirtina berhemê, qebareya embarkirinê û li sayloyan û haziriya sayloyan, texmîna qebareya berhemê û hêsanîkirina wergirtina berhemê ji birayên me yên cotyar, her wiha hêsankarî û hişyarkirin û rênimayên pêwîst. Her wiha jî gotûbêj li ser amadekarî û haziriyên Desteya Çandiniyê û Avdaniyê ji bo binbirkirina gêrika Sûna ku niha derketiye, bi taybet jî li herêma Cizîrê, li Reqa û Dêrezorê. Jixwe, Desteya Çandiniyê û Avdaniyê tedbîrên pêwîst girtine û amadekarî rojane tên kirin û em dikarin bibêjin ku werzê 2023 dê werzekî serkeftî be.”

Rêveberiya Çandinî û Avdaniyê li Herêma Qamişlo ragihandiye ku li wê herêmê 187 hezar û 687 donim zevî hatine çandin, ji wê 79 hezar û 910 donim bejî ne. Di demekê de rûberê zeviyên çandî yên avî gihîştiye 107 hezar û 777 donim.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 389 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:53:06