Rêveberiya Xweser li Rojava rewşa awarte ragihand

Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ji ber gefên Tirkiyê yên li ser van herêman, li herêmên di bin kontrola xwe de rewşa awarte ragihand.
06.07.2022, Çar - 13:14
Rêveberiya Xweser li Rojava rewşa awarte ragihand
Nuçe Belav bike

Hevserokatiya Giştî ya Rêveberiya Xweser îro 6ê Tîrmehê 2022an di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber berjewendiya giştî gefên berdewam ên Tirkiyê, armanckirina sivîlan û jêrxaneyê bi hemû cureyên çekdan û niyaza wê ya dagîrkirina xaka Sûriyê, bi armanca guhartina demografiya herêmê û koçberkirina sivîlan, civîneke awarte hate kirin û hin biryar hatin dayîn.

Rêveberiya Xweser dibêje: Dagîrkeriya Tirkiyê dê rê bide ku komên terorist û tundrew vegerin herêmê û dê bi awayekî rasterast bandore li ser destkeftên bikin ku bi riya xwîna pêkhateyên wê yên resen hatine bidestxistin bike.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye: “Piştî ku dewleta Tirkiyê di şerê xwe yê bi riya rêxistinên terorist û tundrew re, li dijî rojhilat û bakurê Sûriyê têk çû, ew niha hewl dide bi awayekî rasterast xaka Sûriyê dagîr bike.”

Li gorî daxuyaniyê, endamên Encûmena Giştî piştî dengdanê, ev biryar dan:

- Ragihandina rewşa awarte li seranserî Bakurê Rojhilatê Sûriyê.

- Ji hemû encûmen, komîte û saziyên Rêveberiya Xweser tê xwastin plana awarta ji bû rûbirûbûna gef û rikberiyan amade bikin.

- Hemû karîn bikevin xizmeta gel ji bo rûbirûbûna her êrîşekê li ser herêmên Rêveberiya Xweser û divê projeyên pêşîne yê encûmenên cibicîkar ên Rêveberiya Xweser, ji bo rûbirûbûna van gefan bin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 575 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:42:46