Rûsya: Divê HSD zû tevlî artêşa Sûriyê bibe

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê ragihand, her çiqas Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) zûtir tevlî artêşa Sûriyê bibe, baştir e.
25.11.2019, Pts - 18:22
Rûsya: Divê HSD zû tevlî artêşa Sûriyê bibe
Nuçe Belav bike

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîkaîl Bogdanov derbarê tevlîbûna HSDê nav artêşa Sûriyê de got, her çiqas proseya tevlîbûna HSDê nav artêşê zûtir birêve biçe, dê ji bo tevahiya aliyan, baştir be.

Berî niha Rûsyayê ragihandibû, ew amade ne di danûstandinên di navbera HSD û Hikumeta Sûriyê de ji bo tevlîbûna HSD nav artêşê de, hesankariyan bikin.

Piştî êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û rêkeftina leşkerî ya di navbera HSD û artêşa Sûriyê de ku li gor wê rêkeftinê hêzên artêşa Sûriyê li ser sînorê bi Tirkiyê re belav bûn, pirsa tevlîbûna HSDê di nava artêşa Sûriyê de hat rojevê.

Pêştir jî, Hikûmeta Sûriyê daxwaz ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Asayişê kiribû, tevlî Artêş û Hêzên Ewlekariyê yên Sûriyê bibin.

Li ser vê pirsê, Fermandarê Giştî yê HSDê ragihandibû, ew bi mercê di di destûrê de dan bi Rêveberiya Xweser bê dayîn û taybetmendiya HSDê di nava sîstema berevaniya Sûriyê de bê parastin, ew amade ne tevlî artêşa Sûriyê bibin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 807 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:56:44