Rûsya norîngeheke bijîşkî li Rojava vekir

Tîmeke bijîşkên serbazî yê Rûsî, bo hevkarîkirina xelkê navçeyê, norîngehek li bajarê Qamişlo vekirin.
28.11.2019, Per - 10:43
Rûsya norîngeheke bijîşkî li Rojava vekir
Nuçe Belav bike

Cîgirê Fermandarê Yekîneya Bijîşkî Muqedem Fadîm Kozmîn ragihand, tîma bijîşkî ya Rûsî dest bi karê xwe li norîbgeha li Qamişlo kir. Baştirîn pisporên bijîşkî yên ser bi Wezareta Berevaniyê ya Rûsî gihîştine xaka Sûriyê û ew amade ne xizmetguzaran pêşkêş bikin.

Tekez kir jî, norînegeha Rûsî, bi hemû amrazên pêwîst hatiye amadekirin, bo pêşkêşkirina xizmetguzariyan.

Ligel wê jî, du tîmên meydanî yên bijîşkan li Nexweşxaneya Leşkerî ya Meydanî hatine avakirin û bo ximetguzariyan pêşkêşî xelkê navçeyên dûr bikin.

Roja Duşema bûrî jî, tîmeke bijîşkên serbazî yên Rûsî, bo gihandina xizmetguzariyên tenduristî ji welatiyan re, serdana binkeyeke hêzên Rûsî li nêzîkî Kobanê kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 735 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:55:13