Rêveberiya Rojava muzakereyên li gel Şamê re qebûl kir

Hevserokê Karên Derve yê Kantona Cizîrê Abdulkerin Ûmar ragihand ku rêveberiya Rojava qebûl kir ku bi Şamê re destbi muzakereyan bike.
11.10.2017, Çar - 12:20
Rêveberiya Rojava muzakereyên li gel Şamê re qebûl kir
Nuçe Belav bike

Ûmar bersiva gotinên Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Velîd Mûallîm ku di hevpeyvîna xwe yê ligel Sputnikê de eşkere kiribû em amadene bi kurdên Sûriyeyê re xweseriyê muzakere bikin, "Em vê daxuyaniyê gelek erenî û dereng dibinin. Ev gav dibe bibe xîmek. Em ji bo çareseriya krîza li welêt, amadene diyalog pêk bînin.

‘ŞAM JI BO AXAFTINA PÊŞEROJA SÛRIYEYÊ NE AMADEBÛ'

Ûmar destnîşan kir ku beriya niha bi navbeynkariya Rûsyayê çend car hevdîtin bi Şamê re pêk anîne, lê Şam ji bo axaftina pêşeroja Sûriyeyê ne amade bû û got: "Eger Rûsya navbeynkarî bike û garantiya navneteweyî were dayîn bo berdewamiya muzakereyan amadene."

‘PIRSGIREKA KURD, BI AVAKIRINA SÛRIYEYA NÛ DIBE ÇARESER BIBE'

Ji aliyê din ve Ûmar da zanîn ku çareseriya kurdan, di çerçoveya çareseriya krîza li Sûriyeyê de divê bê çareserkirin û wiha pê de çû: "Pirsgireka kurd, bi hemû pêkhateyan û bi rêya avakirina Sûriyeya nû pêkan e."

ESAD LI DIJÎ PERGALA FEDERAL A SERBIXWE YE

Kurdên li bakurê Sûriyeyê ku gelek bi bandor in, rêveberiya xweser ragihandibûn, lê dibêjin ku serxwebûn ji Sûriyeyê daxwaz nakin.

Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad kontrola hin herêmên li Sûriyeyê ji aliyê kurdan ve qebûl dike, lê li dijî pergala federal a serxwebûnê ku kurd daxwaz dikin, derdikeve.

sputnîk
Vî nûçeyê tevayî: 1067 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:41:19